• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Berdereşê cotkarekî cihekî kevnar derxiste holê

Gulan Media August 5, 2022 Corane
Li Berdereşê cotkarekî cihekî kevnar derxiste holê

 Li navçeya Berdereş a Duhokê cotkarek dema li erdê xwe dixebitî kevirekî dibîne ku nivîsa bizmarî li ser hatiye nivîsandin. Rêveberê Şûnewariyê ya Akrê ji Rûdawê re ragihand, kevir dê ji aliyê komîteyeke pispor ve were lêkolîn kirin da ku dîroka wê diyar bibe.

Li sînorê navçeyên Berdereş û Akrê 500 şûnwarên dîrokî hene ku bi fermî hatine tomarkirin.

Rêveber û şûnwarnasên Rêveberiya Şûnewariyê ya Akrê lêkolînan li ser kevirê ku cotkar dîtiye dikin. Kevir bi nivîsa bizmarî hatiye nexşandin. Li gor zanyariyên destpêkê dîroka wê vedigere sê hezar sal beriya zayîna Îsa Pêxember, kevir 40 cm pan e û 50 cm jî dirêj e.

Rêveberê Şûnewariyê ya Akrê Hîwa Şemal li ser wî kevirî got, “Ev ber ji aliyê lijneyeke pispor û hunerî dê lêkolîn li ser bêne kirin da ku bi şêweyekî zanistî bête diyarkirin dîroka kevir bo kengî vedigere.”

Kevirê ku nivîsa bizmarî li ser e roja Îniya borî di nava yek ji zeviyên kartolan li gundê Girbidew a Berdereşê ji aliyê cotkarekî hatiye ve dîtin. Pasewanên şûnwaran jî zû xwe gihandine û ew parastine. Piştre ji bo Rêveberiya Şûnewariyê ya Akrê veguhestine. Kevirê ku nivîsa bizmarî li ser e di encamê kolandina zeviyê derketiye li gireke şûnwarî.

Pasewanê Rêveberê Şûnwarên Akrê Beşîr Ehmed got, “Girên wisa gelek hene li Berdereşê ku çandinî li ser têne kirin û me çend caran bi rêya qaymeqam agahdar jî kiriye lê cotkar dibêjin em çandiniyê dikin tenê traktoran bikartinîn, şov û amarên din bikarnayînin.”

Li sînorê navçeyên Berdereşê û Akrê 500 cihên şûnwarî hene ku bi fermî hatine tomarkirin ji bilî dehan cihên tomarnekirî.

Kevirê ku nivîsa bizmarî li ser e

 

Rudaw

Top