• Thursday, 28 March 2024
logo

Du birayên 10 û 11 salî li Duhokê xeniqîn

Du birayên 10 û 11 salî li Duhokê xeniqîn

Du zarokên Kurd ên 10 û 11 salî ku birayên hev in, li navenda bajarê Duhokê di nava hewzeke masiyan de xeniqîn. Malbat dibêje, her du zarok otîzm bi wan re hebûye û xwestine masiyên di nav hewzê de bigirin, lê belê ketine di nav hewzê de û xeniqîne.

Bûyer êvara duh Çarşembê 3ê Tebaxê li şitilxaneyek nav bajarê Duhokê çê bûye.

Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman êvara Çarşembê ji Rûdawê re ragihand, piştî nîvro li şitilxaneyeke nav bajarê Duhokê du bira bi navên Wesam Beşar 11 salî û Husam Beşar 10 salî xeniqîne.

Berdevkê Polîsê Duhokê herwiha diyar kir, “ji bo lêkolînê termên herdu zarokan bo Pizîşkiya Dadê ya Duhokê hatine şandin.”

Bavê herdu zarokan li ber deriyê Pizîşkiya Dadê ya Duhokê ji nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî re ragihand, “Hevjîna min serdana mala xizmekî xwe kiribû û ez wê demê li Mûsilê bûm, telefona min kirin û ji min re gotin herdu zarok xeniqîne û termên wan li nexweşxaneyê ne. Min jî xwe gihande nexweşxaneyê.”

Mamoste Mihemed xizmekî wê malbatê û xwediyê şitilxaneyê ye ku zarok di nava hewza wê de xeniqîne. Ew dibêje, “Ew malbat bi mêvanî hatibûne cem me, herdu zarokên wan di warê tendirustî de pirsgirêka wan hebû, li derveyî şitilxaneyê hewzeke masiyan heye. Ew çûbûne nêzîk hewzê daku masiyan bigirin, heta em pê hesiyan ew ketibûne di nava hewzeyê de û xeniqîbûn.”

Ew welatî di berdewamiya axavtina xwe de dibêje, “Me termê yekî derxist lê me termê yê din nedît, lewra me polîs agahdar kir û gihîştin cihê bûyerê. Ew mijûlî lêkolînê bûn ku termê zarokê din jî derkete ser avê.”

Mamoste Mihemed herwiha diyar kir, Ti pirsgirêkên wê malbatê bi ti kesî re nîne û maleke hejar in, gumana wan jî li ti kesî nîne, di dema bûyerê de jî ti kes li wê derê nebûye û “bûyer tenê qeza û qeder e”.

Top