• Friday, 29 March 2024
logo

Berberekî Kurd li Almanyayê bi agir porê xelkê çêdike

Gulan Media August 4, 2022 Corane
Berberekî Kurd li Almanyayê bi agir porê xelkê çêdike

Berberekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê bi awayekî cuda û bi agir pora xelkê çêdike.

Xelîl Silêman ciwanekî Kurd e û ji bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2014an ve li Almanyayê dimîne, û stîla wî ya çêkirina porê xelkê pir cuda ye û ew kiriye berberekî cuda.

Xelîl Silêman di çêkirina pora xelkê de agir bikar tîne.

Ew berberê Kurd piştî ku porê welatiyan çêdike, agir bikar tîne da ku porê wan rast bike û rengekî nû bide porê wan.

Xelîl Silêman ji Rûdawê re got, ciwanên Almanî bi stîla wî gelek kêfxweş in û hin ciwan ji bajarên dûr ji bo bikaranîna agir di çêkirina porên xwe de seredana salona wî dikin.

 

 

Rudaw

Top