• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li Rihayê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin

Li Rihayê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin

 Li navçeya Siwêregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di êrîşeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da.

Li Taxa Dicle ya Siwêregê, dema li kolanê dimeşiya hinek kesên nenas bi çek êrîşî Mehmet Çelik ê 32 salî kirin û ew birîndar kirin. Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Mehmet Çelik bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin, lê tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê cane xwe ji dest da.

Hat îdiakirin, ku Mehmet Çelik ji ber pirsgirêkeke civakî (xwestina keçekê) ji aliyê kurê xalê xwe Suleyman Çelik ve hatiye kuştin.

Saziyên fermî heta niha derbarê bûyerê de daxuyanî nedane. Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

 

Rudaw

Top