• Friday, 19 April 2024
logo

Piştî 40 salan li Çiyayê Cûdî festîval tê sazkirin

Piştî 40 salan li Çiyayê Cûdî festîval tê sazkirin

Ji aliyê Parêzgarî, Şaredarî, Odeya Bazirganî û Zanîngeha Şirnexê ve dê di 30ê Tîrmehê roja Şemiyê “Festîvala Cûdî” were sazkirin. Festîval, piştî 40 salan duyem car e ku dê were sazkirin.

Di çarçoveya festîvalê de dê dengbêjên Şirnex û Cizîr stranan bistirên û Koroya Şaristaniyan ya Hatayê û Koma Tillo û Koma Îlahiyan ya Miftîtiya Şirnexê jî dê konsera îlahiyan bidin.

Festîval roja 30ê Tîrmehê di demjimêr 10.00an de dest pê dike û 17.00an bi dawî dibe.

Li gorî zanyariyan herî dawî di salên 1980an de li Çiyayê Cûdî festîval dihatin sazkirin. Lê belê piştî şerê di navbera Tirkiye û PKKê de festîval nedihatin kirin.

Li gorî baweriya sê olên semawî, keştiya Hezretî Nûh Pêxember piştî tofanê li serê Çiyayê Cûdî rûniştiye. Li gorî baweriyan gora Nebî Nûh li Cizîra Botan cih digire.

 

K24

Top