• Wednesday, 28 September 2022
logo

Komeleya Hunermendên Diyaspora ya Kurdistanê hat avakirin

Komeleya Hunermendên Diyaspora ya Kurdistanê hat avakirin

Komeleya Hunermendên Kurd ên Diyaspora ji aliyê Navenda Kurdistanî ya Diyaspora ve li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi beşdariya zêdetirî 40 hunermendên kurd hate avakirin.

Roja 05.06.2022, Navenda Kurdî ya Diyaspora li bajarê Düsseldorf bi serpereştiya Kejal Derwîş Seroka Navenda Diyaspora ya Kurdistanê li Almanya, bi komek hunermendên kurd ên rûniştvanên Almanyayê re ku hejmara wan zêdetirî çil hunermendan bû, civiya.

Derwîş li ser Navenda Kurdî ya Diyasporayê, çawaniya damezrandina wê û xebatên ku heta niha pêk aniye û herwiha avakirina Encûmena Rewşenbîr, Akademîsyen, Hunermend û Werzişkaran axivî. Piştre komîteyek hate pêşniyar kirin ku di bin çavdêriya Navenda Diyaspora ya Kurdistanê de li ser hemahengiyê di navbera hunermendên li Almanyayê dijîn de kar bike.

Ji bo xebatên amadekirina makezagonê ji bo hunermendên kurd ên dîasporayê 5 kes hatin hilbijartin û di 05.08.2022 de careke din bicivin û hemû hunermendên li Almanyayê dijîn vexwînin da ku bi hev re avakirina vê rêxistinê pîroz bikin.

 

 

Basnews

Top