• Friday, 19 April 2024
logo

Asala Nesrî “Ez Kevok im” dibêje û gelek karvedanan li piştî xwe tîne

Asala Nesrî “Ez Kevok im” dibêje û gelek karvedanan li piştî xwe tîne

Stranbêja navdar a Ereb Esala Nesrî strana “Ez Kevok im” a Kurdî got û li hejmara xwe ya tora civakî “Youtube” belav kir û gelek karvedan li pişt xwe anîn.

Hunermend Esala Nesrîşeva borî strana folklorî ya Kurdî “Ez Kevok im” bi straneke din a Erebî têkel kir û li Youtuba xwe belav kir. Li jêr berhemê jî nivîsî ku ev stran gotin û awaz jî ji aliyê Arî Jan ve hatine danîn. 

Ev bi sed hezaran car hat guhdarîkirin, li gel wê jî gelek karvedan li tora civakî li pişt xwe anî, tevî ku gelek bikarêhênerên tora civakî bi wê yekê dilxweş bûn ku hunermende navdar a Ereb straneke Kurdî dibêje, li hemberê jî gelek rexne li Esala û kompanyaya “Rotana” ya berhemanîna hunerî û bi taybetî li Arî Jan hat girtin ku wî straneke folklorî ya Kurdî ku gelek hunermendên Kurd bi zaravayên Kurmancî û Soranî jî gotine, li ser navê xwe tomar kiriye.

Asala Nesrî stranbêjeke Sûrî ye, sala 1969 li Şamê ji dayik bûye û li ser asta cîhana Erebî yek ji stranbêjên herî navdar tê hejmartin ku stranan bi zaraveyên Erebî yên cuda dibêje, wek Sûrî, Misrî û Kendava Erebî.

Arî Jan jî, mûzîkjenekî Kurd e û sala 1986an li Şamê ji dayik bûye, ji sala 2010 ve mûzîk ji gelek fîlm û rêzefîlmên Sûrî re danîne û di dema dawî çend klîpên bi awayê “Mashup” belav kirine.

Ji aliyekî din ve, hunermendê navdar ê cîhanî Îbrahîm Kêvo ku bi regezê xwe ji pêkhateta Ermen e û ji gundê Dugirê yê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, li ser hejmara xwe tora civakî “Facebook” derbarê beşa Erebî ya stranê de ragihand, wî sala 1998an li ser şanoya Keleha Helebê ev stran gotiye, gotinên stranê yên Izet Hedîdî ne û awaz jî ya wî ye. 

Top