• Friday, 29 March 2024
logo

Îtalya rûbirûyê hişkesaliya herî dijwar a 70 salan bûye

Îtalya rûbirûyê hişkesaliya herî dijwar a 70 salan bûye

 Li Îtalyayê ji ber hişkesaliya herî dijwar a 70 salan rêveberan dest bi cezayên nû kirine.

Li kuaforeke jinan a li bajarê Kastînasoya Italyayê eger serê her muşteriyekê ji carekê zêdetir bê şûştin, şaredarî xwediyê kuaforê bi 500 Euro yê ceza dike. Ev jî ji ber hişkesaliyê û bê aviyê ye ku beşek Îtalyayê girtiye.

Kuafor Katya Provênza got, “Ez nafikirim ku ev bibe çareserî. Tiştê ku şaredarî ji me re dibêje emê tekez bikin lê gelek pirsgirêk bo me jî çêdibin. Ji ber muşteriyên me diçin mala xwe û piştî du rojan serê xwe dişon. Ji ber vê yekê jî ev ne çareserî ye, ne ji bo me û ne jî bo hişkesaliyê.”

Li Îtalyayê ev 70 sal in hişkesaliyeke bi vî awayî çênebûye. Di encamê de asta ava çeman kêmbûye û pirsgirêka dabînkirina avê bo welatiyan derketiye. Li aliyê din jî çandiniya vî welatî zerareke mezin dîtiye.

Serokê Avdaniya Çemê Sîsya Stîfano Bondîsan anî ziman, “Asta ava çem li gor rewşa asayî 8 qat daketiye. Ez amaran bibêjim. Îro diviyabû di her çirkeyekê de 260 hezar lître av ji çemê Powe bihata lê niha di çirkeyekê de tenê 30 heta 60 hezar lître av tê.”

Hişkesaliya zêde pileya germê jî bi rêjeyeke berçav bilind kiriye. Ev çend roj in li Kastînasoyê pileya germê ji 40 pileyî kêmtir nebûye. Heman demê gefeke mezin a hişkesaliyê li ser çavkaniyên avê jî heye û Çemê Powe yek ji wan e.

 

Rudaw

Top