• Tuesday, 23 April 2024
logo

Termên sê koçberên Kurd bo Kurdistanê tên veguhestin

Termên sê koçberên Kurd bo Kurdistanê tên veguhestin

Nûnerê Dezgeha Lûtke ya li Yûnanistanê Şêx Husên ragihand, îro şemiyê 2yê Tîrmeha 2022yan termên sê koçberên Kurd bo Herêma Kurdistanê tên veguhestin.

Şêx Husên ji K24ê re diyar kir, îro di demjimêr 16:05an de termên sê koçberên Kurd bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ve bo Herêma Kurdistanê têne veguhestin, ku ji wan du kes zarok in, yek ji wan pênc salî ye û yek jî neh salî ye.

Husên destnîşan kir ku ew her sê welatiyên Kurd di 21ê Kanûna par, li Yûnanistanê di deryayê de xeqînbûn. Bi vegerandina wan 3 terman, heta niha 17 term bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin, beriya niha jî 16 termên din ji Brîtanyayê hatibûn vegerandin.

Li ser erkê Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi hevahengiya ligel hikûmeta Yûnanistanê lêgerîna termên wan koçberên Kurd ku di hema Kanûnê ya sala borî de li Deryaya Egeyê winda bûbûn, berdewam e.

 

K24

Top