• Thursday, 25 April 2024
logo

Serokwezîra Swêdê: Rêkeftin ji bo gelê Swêdê baş bû

Serokwezîra Swêdê: Rêkeftin ji bo gelê Swêdê baş bû

Serkirdeyên Swêd û Fînlandiyayê kêfxweşiya xwe ji bo memoranduma sê alî ya ku bi Tirkiyê re li ser pêvajoya endamtiya NATOyê îmze kirine, anîn ziman.

Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya ku li Madrîda paytextê Îspanyayê tê lidarxistin de bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokkomarê Fînlandê Saulî  Niinisto û Serokwezîre Swêdê Magdalena Andersson re derbarê mijara endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATOyê de hevtînek pêk anîn.

Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de bi amadebûna serkirdeyên her sê welatan li ser proseya endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATOyê memorandûmeke sê alî hat îmzekirin.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson piştî hevdîtinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan bi Tirkiyeyê re li ser NATOyê li hev kirine.

Anderson got “Em di navbera Swêd,Tirkiye û Fînlandê gihîşt rêkeftinekê. Ev jî tê wê wateyê ku Tirkiye êdî qebûl kiriye ku me di NATOyê de statûya mêvan wergirtiye.”

Andersson da zanîn ku ev peyman ji bo gelê Swêdê bi qîmet e û got, "Li gorî min baş e ku em ji bo ewlekariya Swêdê û gelê Swêdê gihîştin vê peymanê."

Andersson da zanîn ku wan civîneke pir dirêj li dar xistine û destnîşan kir ku wan qanûna terorê ya ku dê di 1'ê Tîrmehê de li Swêdê bikeve meriyetê tundtir kirine.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde jî diyar kir ku piştî danûstandinên endamtiyê yên hefteya bê li Brukselê bên kirin, Swêd wê bi fermî statuya vexwendina NATO’yê werbigire.

Fînlandiya: Bûyîna hevalbendê NATOyê dê pabendbûna me xurt bike

Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto jî li ser Twitterê parvekirinek kir û got “Memoranduma me ya hevbeş pabendbûna Fînlandiya, Swêd û Tirkiyê ji bo berfirehkirina piştgiriya xwe ya tam li dijî gefên li ser ewlehiya hev, radixe ber çavan. Bûyîna hevalbendê NATOyê dê vê pabendbûnê hîn xurtir bike.”

Herwiha Niinisto dibêje “Fînlandiya wek endameke NATOyê dê bi temamî bi belge û polîtîkayên NATOyê yên têkoşîna li dijî terorê ve girêdayî be. Her ku em di têkoşîna li dijî terorê, îxracata çekan û radestkirina tawanbaran de hevkariya xwe pêş dixin, Fînlandiya bi awayekî xwezayî li gorî qanûnên xwe yên neteweyî xebata xwe didomîne. Ez gelek kêfxweş im ku ev qonax li ser rêya Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê temam kir. Naha li vir, li Madrîdê, ez li bendê me ku bi hevalbendên me yên paşerojê re li ser rola Fînlandiya di NATOyê de gotûbêjên berhemdar bên kirin.”

 

Rudaw

Top