• Thursday, 18 April 2024
logo

Keçeke Kurd li Holandayê xelata “Xwendekara Sala 2022an” wergirt

Keçeke Kurd li Holandayê xelata “Xwendekara Sala 2022an” wergirt

Lava Hacî ya 19 salî, çîrokeke din a serkeftina koçbereke Kurd e ku hewl dide weke xwendekareke jêhatî bê naskirin. Keda wê jî bi encam bû û weke Xwendekara 2022an li Hollanda hate binavkirin.

Di meha Gulana borî de, Lava Hacî nasnavê Perwerdehiya Pîşeyî ya Navîn (MBO) ku ji çar astan pêk tê (Noorderpoort) wergirt. Ew perwerdehiya teknîkî, yek ji qadên xwendinê yên pir bijarte ye.

Lava niha Rêveberiya Karsaziyê di asta çaremîn a MBO de dixwîne. Her wiha ew weke Balyozê Saziya Perwerdeya Pîşeyî hatiye destnîşankirin.

Lava Hacî pankartekê hidigire ku diyar dike ku ew Xwendekarê Salê yê Hollandayê ji bo 2022an ye
Xwendekara ciwan a Kurd Lava Hacî di sala 2018an de ligel malbata xwe ji Rojavayê derket, li bajarê Groningen a bakurê Hollandayê bi cih bû û li wir dest bi hînbûna zimanê Hollandî kir. Wê pêştir xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe Dugirka yê ser bi Dêrikê ve kiribû.

Lava Hacî niha di kompanyayeke elektronîk de nîvdemê dixebite. Wê roja Duşemê di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24 re got, ew hêvî dike ku di paşerojê de kompanyayeke xwe ya taybet di vî warî de ava bike.

Ji berê şerê 11 salan li Sûriyê, têkçûna rewşa siyasî û aborî, nêzîkî 13 milyon kesan ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê neçar bûn berê xwe bidin derveyî welat û beşek ji wan gihîştin Ewropayê koçber bibin.

 

K24

Top