• Friday, 29 March 2024
logo

Li Kampa Kewirgoskê pirtûkxaneya Buhişta Xwendinê hat vekirin

Li Kampa Kewirgoskê pirtûkxaneya Buhişta Xwendinê hat vekirin

 Raid Mihemed, xortekî ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2013an ve li Herêma Kurdistanê dimîne ku niha li Kampa Kewirgosk a Hewlêrê ye.

Raid li kampê mamosta ye, dersan dide zarokên kampê lê hezkirina wî ji pirtûkan re wiha kiriye ku ew pirtûkxaneyekê veke û navê wê jî bike Buhişta Xwendinê.

Pirtûkxaneya wî 1800 pirtûkan li xwe digire, her kesê ku bixwaze pirtûkan bixwîne, berê xwe dide pirtûkxaneya Raid û pirtûkan bê beramber dibe, dixwîne û careke din vedigerîne ji bo ku kesekî din jî sûdê jê werbigire.

Raid dibêje ji bo ku ev pirtûkxane di nava dojeha penaberiyê de bibe buhiştek wî ev pirtûkxane vekir.

Bi van gotinan Raid bi kurtî behsa projeyê vekirina pirtûkxaneya xwe dike.

Ji 15ê Hezîrana 2019an ve Raid ev pirtûkxaneye vekiriye û nave wê kiriye Buhişta Xwendinê.

Xwediyê pirtûkxaneya Buhişta Xwendinê Radi Mihemed got, “Min hejmareke pirtûk ji Laziqiyê û Şamê li gel xwe anîbûn, piştre min hejmarek li Kurdistanê jî kirîn, di heman demê de hevalên min jî li gel min alîkar bûn ji bo ku ez vê pirtûkxaneyê vekimmin xwest ev cihe bibe beheştek ji dojeha vê penaberiyê de.”

Bi gotina Raud heta niha 4500 kesan ji vê pirtûkxanê xwendiye ku pirtûkên cuda li xwe digire.

Xwediyê pirtûkxaneya Buhişta Xwendinê Radi Mihemed her wiha anî ziman, “Pirtûkxane ji hejmareke beşan pêk tê, beşê felsefî, beşê romanan, çîrok û beşek taybete bi zarokan jî.”

Raidê 37 salî bi xwe mamosta ye di nava kampê de, rojane bi rêya pirtûkxaneya xwe hezkiriyên xwendinê li hev kom dike û her car naveroka pirtûkekî gotûbêj dikin.

Yek ji xwendekarên pirtûkxaneya Buhişta Xwendinê Esed Enter got, “Êdî ev cihe bûye mala me ya duyem, em li hev kom dibin û naveroka pirtûkan gotûbêj dikin, her car pirtûkekî destnîşan dikin ji bo xwendinê.”

Yek ji xwendekarên pirtûkxaneya Buhişta Xwendinê Ereb Ereb Horê anî ziman, “Êdî ev bûye mala her kesekî ku ji xwendina pirtûkan hez dike û bi rastî her car em bi rengekî cuda mifayê jê dibînin.”

Xeyalên Raid bi vekirina vê pirtûkxaneyê ranewestiyaye lewma niha amadekariyên vekirina şaxên Buhişta Xwendinê li kampên Giwêlan û Domîzê jî dike û piştre li kampên Quştepe, Dareşekran, Basirme û Barîka jî vedike.

 

Rudaw

Top