• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Amedê 13 dengbêj wek "hilgirên mîrata çandî" hatin qebûlkirin

Li Amedê 13 dengbêj wek

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 13 dengbêjên li “Mala Dengbêjan a Amedê” kilaman dibêjin, ji ber ku çanda dengbêjiyê ya bi hezaran salan zindî dihêlin wek "hilgirên mîrata çandî" hatin qebûlkirin.

Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê kesên hunera xwe bi rêya kevneşopiyê hîn dibin, hînî kesên din dikin û di hunera xwe de berhemên kemilî derdixin holê wek "hilgirên mîrata çandî yên razber" diyar dike ku Wezaretê dengbêjan jî wisa qebûl kir.

Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo rê li ber jibîrkirina çanda dengbêjiyê bê girtin û piştgiriyê bide degbêjan serî li Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê da.

Dengbêjên çand û kevneşopiya gel zindî dihêlin, evîn, êş û xema gel ji xwe re dikin mijar li Mala Dengbêjan kilamên xwe dibêjin.

Ji 18 dengbêjan ji bo 13 heban serî li Wezaretê hat dayîn û serlêdanên wan hatin qebûlkirin. Wezaretê "Karta Nasandinê ya Hunermend" da 13 dengbêjan.

Serokê Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê Alî Çelîk, çanda dengbêjiyê weke yek ji nirxeke biqîmet a civakê pênase kir û got: “Çelîk got ji bo çanda dengbêjiyê dewam bike ev gaveke gelekî girîng e. Piştî xebatên me yên bi Wezareta Çandê re dengbêjên me wek ‘hilgirên mîrata çandî yên razber’ hatin qebûlkirin. Bila ji bo Amedê û hemû dengbêjên me li ser xêrê be.Piştî lêlolînên 11 pisporan,  13 dengbêjên me yên ku li Mala me ya Dengbêjan ev hunera xwe îcra dikirin, ev nasname heq kirin.”

Îbrahîm Almaz ji dengbêjên ku "Kartê Danasîna Hunermendiyê" danê yek e. Almaz got ku dengbêjî ji berê ve dewam dike û got: “Di dîrokê de statuya dengbêjan cara ewil dibe fermî. Di binê şemsiyeya Wezareta Çand û Turîzmê de gihîşt nasnameya xwe.”

Almaz destnîşan kir ku dengbêjî çanda hemû însanan e û ji bo ku ev çand winda nebe divê xwedî lê derbikevin.

Seyîthan Koç jî ragihan ku, ji bo ku ew çanda dengbêjiyê bi her kesî bidin naskirin, ew hewl didin.

Koç diyar kir, encama erênî ya serlêdana Wezaretê ew kêfxweş kirin û wiha got, "Ji bo ku ev xezîneya me ya çandî neyê jibîrkirin, em dixebitîn, lê di fermiyetê de kesî em nas nedikirin. Ji vir û şûnde em wekî fermî dengbêj in. Ev mîrata çandî ne tenê ya Kurdan e, mîrate, destkeftî û xezîneya herkesî ye.”

Ramazan Demirel jî got, ji bo ku çanda dengbêjiyê bidome, ew dixebitin û wiha domand, "Me dengbêjî dikir, lê nasnameya me tunebû. Vê gavê bi awayê fermî nasnameya me heye.”

 

Rudaw

Top