• Friday, 26 April 2024
logo

Li Mereşê kargehek pakêtan ji kelûpelên organîk çê dike

Li Mereşê kargehek pakêtan ji kelûpelên organîk çê dike

Li parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê, kargehekê di encama lêkolînên bi dirêjiya 5 salan de, bi piştgiriya Zanîngeha Sutçu Îmamê, pakêt û qutiyên xorakên ku li marketan tên firotin çê kirine. Ev kargeh berevajî yên din, pakêt û qutiyan ji kelûpelên organîk çêdike ku temenê têkneçûna xorakê 15 rojan dirêjtir dike. Ev pakêt û qutîk jîngehdost in û bi xwe di nava xwezayê de dihelin lê zû bi zû naşikên û serma û germaya xorakan diparêzin.

Kargeheke çêkirina pakêt û qutiyan ji kelûpelên organîk ku dema têkneçûna xorakan dirêj dike.

Akademîsyenê Zanîngeha Sutçu Îmamê Alaaddin Gundeş got, “Kelûpelên em berhem tînin li gor plastîkê asayî dema xorakan a têkneçûnê heta du heftayan di navbera 10-15 rojan de dirêj dike. Heman demê li jîngehê bi xwe jinav diçe û zû bi zû naşikê û serma û germaya xorakan diparêze.”

Di pakêt û qutiyan de her cure xorak tê parastin. Pakêt û qutiyên tên çêkirin di serî da Almanya, Brîtanya, Îtalya û Sirbistan bo 15 welatan tê hinardekirin.

Xwediyê Kargeha Paketan Furkan Bayazıt li ser kargehê anî ziman, “Ji ber berhema me temenê têkneçûna xorakan dirêj dike, bazara muşteriyên me berfireh dibe. Xerciyên lojîstîk û paşde vegerandina berheman a kompanyayan kêm dibe. Tama xorakan wek roja yekem dimîne û digihêje muşteriyan.”

Li Mereşê 3 Herêmên Pîşesaziya Organîze hene û li gor amarên fermî li Mereşê 666 kargehên pîşesaziyê hene ku %25ê wan di sektora xorakê de kar dikin û %24ê wan jî di sektora cilûbergan de kar dikin.

 

Rudaw

Top