• Friday, 29 March 2024
logo

Li Hewlêr pêşangeha teknolojî ya HITEX 2022 hat vekirin

Li Hewlêr pêşangeha teknolojî ya HITEX 2022 hat vekirin


Li Hewlêrê, 3yêmîn Pêşangeha Teknolojiyên Agahiyê ya Hewlêrê (HITEX) bi sponseriya Rwanga û Tora Medyayî ya Rûdawê hat vekirin.

Ji 30 welatan 150 kompanî beşdarî pêşangehê bûne û tê de gelek berhemên ku ji aliyê kompanyayên teknolojiyê ve hatine çêkirin, bi taybetî sîstemên kompîtur û malên jîr, tên pêşandan.

Beşek ji pêşangeha îsal ji bo fikir û projeyên ciwanan ên li ser teknolojiyê hatiye veqetandin. Ji 30 projeyên ku HITEX fînanse dike, 5 dê di fînalê de bikevin pêşbirkê û serketiyî fînalê dê 10 hezar dolar weke xelat werbigire.

Pêşangeha ku li Navenda Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya li Parka Samî Abdurrahman hat vekirin, dê heta 30ê Hezîranê vekirî be.

Di çarçoveya pêşangehê de dê panelên li ser mijarên cuda bên lidarxistin.

HITEX her sal li Hewlêrê ji bo danasîna nûjeniyên di warê teknolojiyê de tê sazkirin.

HITEX hilberên herî dawî, karûbar û nûjeniyên teknolojîk ên pêşkeftî yên ji çar aliyên cîhanê nîşan dide.

Armanca HITEX jî ew e ku weke pirekê di navbera sektorên taybet û giştî yên Herêma Kurdistanê de cih bigire.

 

Rudaw

Top