• Tuesday, 16 April 2024
logo

Li Mûşê gundiyan pêşbaziya hespan li dar xist

Li Mûşê gundiyan pêşbaziya hespan li dar xist

 Li navçeya Gimgimê ya ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ve, pêşbaziya hespan a di navbera gundan de hat lidarxistin.

Gundiyan bi derfetên xwe pîstek çêkirina û navê wê “Hîpodroma Nurî Efendî” lê kirine.

Li gundê Înaliyê salê du caran pêşbaziya hespan tê kirin û ji gund û navçeyên derdorê jî gelek kes beşdarî pêşbaziyê dibin.

Mehmet Lutfu Yalçiner, muxtarê gundê Înalî dibêje, “Li hemû gundan hespên teradê tên bi xwedî kirin. Ji bo vê şahiyê daxwazeke zêde ya xelkê heye.”

Di vê pêşbaziya 4 hezar û 500 metreyî de hespê bi navê “Mîr Baran” a Mehmet Nurî Yalçiner bû yekemîn û hezar lîre xelat wergirt.

Mehmet Nurî Yalçiner, ku bi hespê xwe pileya yekem bi dest xist, diyar kir, “Me pêşbaziya hespan kir û ez bûm yekemîn. Ez spasiya hemû kesî dikim.”

Gundiyên Înaliyê ji berpirsan daxwaza pîsteke profesyonel dikin û dixwazin vê kevneşopiya bav û kalan ji zarokên xwe re mîrat bihêlin.


Rudaw

Top