• Friday, 29 March 2024
logo

Fîlma Mano Xelîl dê beşdarî Festîvala Fîlman a Zagrebê bibe

Fîlma Mano Xelîl dê beşdarî Festîvala Fîlman a Zagrebê bibe

 Fîlma 'Cîran' a bi nivîsandin û derhêneriya derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl, dê beşdarî 20emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zagreb a Xirvatistanê bibe û ji bo xelata temaşevanan hevrikiyê bike.

Festîval dê 30ê Hezîrana 2022an li Zagrebê dest pê bike û heta 7ê Tîrmeha 2022an berdewam bike.

Mano Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku fîlma wî di beşa pêşbirkê ya festîvalê de ye û berbijêrê xelata temaşevanan e.

'Cîran' çîroka zarokekî Kurd e ku di salên 1980an de li gundekî sînorî yê Rojavayê Kurdistanê jiyaye.

Di fîlmê de hejmareke lîstikvanên Kurd, Ereb û navneteweyî dilîzin, ji wan Cîhad Ebdo, lîstikvanê navdar ê Sûrî ye.

Cîran beşdarî gelek festîvalan bûye û gelek xelat wergirtine, ji wan xelatan, di sala 2021an de Xelata Fîlma Herî Baş a Swîsreyê û Xelata Fîlma Herî Baş a Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Gangwon-do a Koreya Başûr.

Festîvala Fîlman a Zagrebê ji sala 2003an ve li Zagreb a Xirvatistanê tê lidarxistin, ev festîval yek ji girîngtirîn û bi bandortirîn bûyerên çandî yê li Xirvatistanê tê dîtin.

Mano Xelîl xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, li Zankoya Şamê dîrok û maf xwendiye, di sala 1986an de li Çekoslovakya derhênerî xwendiye, di sala 1993an de bi dereceyeke baş qedandiye û piştre bawernameya masterê di derhêneriya sînema û televizyonê de wergirtiye. Wek ku ew bi xwe dibêje, bi heft zimanan diaxive.

Di navbera salên 1990-1992an de wek lîstikvan di çend fîlmên dramayê de cih girt lê piştî xwendina xwe di sala 1994an de, zêdetirî 1000 roportaj û reklamên televizyonî girtiye, rêveberiya wênekêşiya serbixwe ji bo fîlmên dirêj û belgefîlman dike.

Mano Xelîl ji sala 1996an û vir ve li Swîsreyê dijî, heta niha derhêneriya nêzîkî 20 fîlman kiriye.

'Tama Hingiv' çîroka mêşvanekî Kurd li Bakurê Kurdistanê ye ku di nîvê salên 1990an de mezintirîn hilberînerê hingiv li cîhanê bûye û salane 20 heta 30 ton hingiv berhem dianî lê ji ber şer hingiv, erd, mal, jin û hin zarokên xwe winda dike û paşê li Çiyayên Alpan yên Swîsreyê karê xwe didomîne.

Derhênerê Kurd Mano Xelîl çendîn xelatên navneteweyî wergirtiye û li Ewropayê jî navdar e.

 

 

Rudaw

Top