• Friday, 29 March 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê di 6 mehên borî de bi dehan jin hatine kuştin û gelek jinan jî xwe kuştine

Li Herêma Kurdistanê di 6 mehên borî de bi dehan jin hatine kuştin û gelek jinan jî xwe kuştine

Organa alîkariya hiqûqî ya jinan li Herêma Kurdistanê ragehand, di nav 6 mehên borî de zêdetirî 80 jin hatine kuştin û xwe kuştine.

Organa alîkariya hiqûqî ya jinan li Herêma Kurdistanê amarên kuştin, xwekuştin û xwe şewitandina jinan belav kir.

Li gorî amarên han, di 6 mehên borî de rêjeya tundiyê li di jî jinan pir zêde bûye.

Di raporta wê organê de hatiye gotin, di heyama han de 31 jinan xwe kuştin, 22 jin hatine kuştin û 29 jinan jî xwe şewitandine:

*Li Hewlêrê 9 jinan xwe kuştine, 7 jin hatine kuştin, 10 jinan jî xwe şewitandine

*Li Silêmaniyê 7 jinan xwe kuştin, 4 jin hatine kuştin, 6 jinan jî xwe şewitandine

*Li Duhokê 8 jinan xwe kuştine, 7 jin hatine kuştin, 10 jinan jî xwe şewitandine

*Li Germiyan 4 jinan xwe kuştine, 3 jinan jî xwe şewitandine

*Li Soran yek jin hatiye kuştin

 

Basnews

Top