• Wednesday, 24 April 2024
logo

Grûpa Dîlan a Urmiyê di festîvaleke navnetewî de bû duyem

Grûpa Dîlan a Urmiyê di festîvaleke navnetewî de bû duyem

Grûpa hunerî ya Dîlan a Urmiyê di festîvaleke navnetewî ya li Spanyayê de pileya duyem bidest xist. Serperiştê grûpê Şehab Mûsazade jî ji Rûdawê re got, ew wê serkeftina çand û hunera Kurdî pêşkêşî gelê Kurd dikin.

Grûpa hunerî ya Dîlan-Urmiye weke take grûpa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê beşdarî di festîvala navnetewî ya Barcelonayê de li welatê Spanyayê kir.

Wê grûpê di nava 18 grûpên ji welatên cuda yên cîhanê de, karî pileya duyem bidest bixe.

Grûpa Dîlan-Urmiyê şevê din dîlanên xwe pêşkêş kirin û bi germî hate pêşwazîkrin.

Ew grûp take grûpa Rojhilatê Kurdistanê ye ku di wê festîvalê de beşdar e. Herwiha ji aliyê Fetîvalê ve weke take nûnera Îranê jî hate bangkirin.

Serperiştê Grûpa Dîlan-Urmiye, Şehab Mûsazade ji Rûdawê re got, ew wê serkeftinê pêşkêşî hemû gelê Kurd dikin.

Şehab Mûsazade diyar kir, “Em bi navê Koma Dîlan bo sêyemîn car beşdarî festîvaleke navnetewî bûn. Ev festîval li welatê Spanyayê birêve çû û di nava 18 komên beşdar de me karî pileya duyem bidest bînin. Em vê serkeftina çand û hunera zengîn a Kurdî pêşkêşî hemû gelê xwe dikin.”

Di sala 2021 de jî Grûpa Dîlan a Urmiyê beşdarî di du festîvalên dîlanên folklorê û muzîkê yên li Amerîka û Awustraliyayê de kiribû û di her du festîvalan de jî pileya yekem bidest xistibû.

Wê demê bi sedema pandemiya koronayê û astengî û zehmetiyên geştên di navbera welatan de, endamên wê grûpê nekarîbûn biçin herdu welatên Amerîka û Awustraliyayê û bi awayê online beşdarî di herdu festîvalan de kiribûn.

Top