• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Enqerê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî hate avakirin

Li Enqerê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî hate avakirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an hemû sazî û komeleyên ku ziman, çand û kelepora Kurdî fêr dikin hatibûn girtin. Piştî 6 salan li Enqera paytexta Tirkiyê komeleyeke bi navê ANKA ya Çand, Huner û Perwerdehiya Kurdî hate avakirin. Rêveberên Komeleyê dibêjin wek hemû Kurdistanê dixwazin li Enqerê jî ziman û folklora Kurdî bidin vejandin.

Awaz û dengbêjiya Kurdî di nava dilê Enqera paytexta Tirkiyê di avakirina komeleya Çand û Hunera Kurdî de bilind bû. Li Tirkiyê piştî kudetaya 15ê Tîrmehê ya sala 2016an li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû sazî, komele û dezgehên çand û hunerî yên Kurdî hatibûn girtin.

Piştî 6 salan li Enqera paytexta Tirkiyê komeleya Çand û hunerê ya bi navê ANKA ku navê xwe ji çûka efsûnî ya bi navê Zimrûdê Enqa distîne hate avakirin. Di komeleyê de ku bi eleqeyeke zêde ya Kurdên Enqerê hatiye vekirin, li gel waneyên zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Zazakî dê perwerdehiya amûrên mûsîkê û gotina sitranên Kurdî jî bê dayîn.

Hevseroka komeyeya ANKAyê Nebahat Çalpan da zanîn ku armanca wan ya sereke ew e ku hemû Kurdistanê li Enqerê jî hemû nirxên Kurdî biparêzin.

Nebahat Çalpan ji K24ê re diyar kir: “Ji bo Enqerê pêwîstiyek bû komeleya li ser ziman çand û huner. Ji bo vê armancê me ev komele da destpêkirin. Armanca me hemû li ser zimanê Kurdî, çanda Kurdî û folklora Kurdî ye. Em dibêjin ne tenê Enqerê em ji gelê hemû Kurdistanê re dibêjin li ser zimanê xwe bisekinin ziman, çand û huner hebûna me ye.”

Piştî 6 salan avakirina komeleyeke Kurdî li Enqerê ji aliye welatiyên Kurd ve jî bi kelecanî hate pêşwazîkirin.

Welatiyê bi navê Harun Dînç diyar kir: “Ev piştî girtina komeleyên me yên din kêmasiyeke mezin hebû ji bo çand û ziman. Ez bi xwe bawer dikim ev kêmasî bi coşa wî miletî vê tejî be, milet dê îstîfade pê bike. Kurdên Enqerê vê pê vê dijî asîmîlasyonê derkevin him jî dê çand û hunera xwe jî hîn bibin.”

Di roja yekem ya avakirina komeleya çand û hunerê ya bi navê ANKA de li gel helbestan hunermendên Kurd û beşdarên bernameyê stranên gelerî bi hev re gotin û dest bi heyama perwerdehiya wêne û hunera Kurdî kirin. 

 

K24

Top