• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Girê Mirazan Şahiya Genim hat lidarxistin

Li Girê Mirazan Şahiya Genim hat lidarxistin

Li Girê Mirazan ya Rihaya Bakurê Kurdistanê herêma ku yekem car genim lê hatiye dîtin li axa Mzopotamyayê Şahiya Genim hat lidarxistin.

Li cihê niştecîbûna mirovahiyê yê ku wek herî kevin tê zanîn li Girê Mirazan ya li Rihaya Bakurê Kurdistanê Şahiya Genim bi govend û xwarinên herêmî yên bi genim tên çêkirin birêve çû.

Wêne: AA
Serok Şaredarê Rihayê di Şahiya Genim de girîngiya Girê Mirazan ji bo mirovahiyê anî ziman.

Şaredarê Rihayê Zeynel Abidin Beyazgul dibêje “Bapîrê mirovahiyê li vêderê jiyaye. Eger mirovahî dixwaze lêkolînê li ser rabirdûya xwe bike û bizane çawa li cîhanê dest pê kiriye divê bên Girê Mirazan bibînin. Mînak dîtina agir, dîtina teker, wekî din dîtina dirav û nivîsê. Dîtina genim jî ewqas girîng e. Rihayiyan piştî dîtina genim dev jê bernedane û tameke xweş dane genim.”

Hejmara geştyarên serdana Girê Mirazan dikin roj bi roj zêdetir dibin. Di şahiyê de xwarinên ji genim hatine çêkirin pêşkêşî geştyaran hat kirin.

Wêne: AA
Şaredarê Rihayê Zeynel Abidin Beyazgul got jî “Pêştir hejmara geştyarên Girê Miraza 7 hezar bû, niha gihişt 10 hezaran. Riha ji bo bibe navenda cazîbeya cîhanê bi gavên girîng pêş de diçe.”

Riha bi Girê Mirazan ku di lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye û dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan û bi cihên din ên dîrokî bala mirovayetiyê dikşîne. Herî dawî jî li gundê Sêderiyê cihê dîrokî Qûça Keçlê wate (Qûça Keçel) hat dîtin ku bi Girê Miraza re hevdîrok e. Cihên dîrokî yên Rihayê bala zanistê dikşînin û derbarê Serdema Neolîtîk de zanyariyên girîng dihewînin.

 

Rudaw

Top