• Friday, 29 March 2024
logo

Mamoste Beşîkçî çima jiyana xwe bo doza Kurdistanê terxan kir?

Mamoste Beşîkçî çima jiyana xwe bo doza Kurdistanê terxan kir?

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî jiyana xwe ji bo xebat, lêkolîn û lêgerînên li ser doza Kurd û Kurdistanê terxan kiriye ku her ji ber wan xebatên xwe jî 17 salan di zindanê de maye.

Mamoste Beşîkçî ku heta niha jî li ser lêkolînên xwe yên derbarê doza Kurd û Kurdistanê de berdewam e, dibêje, “Divê li gel Iraq, Urdun, Sûriye û Filîstînê, Kurdistan jî hebûya.”

Mamoste Beşîkçî di beşeke din de dibêje, “Ji min re digotin `tu ne Kurd î çima bi van karan re mijûl dibî?` û tekez dike, “Min digot `Kurd û Kurdistan diyardeyeke girîng e`.”

Nivîskar û rewşenbîr Îsmaîl Beşîkçî di axaftina xwe de tekeziyê li ser girîngiya zimanê Kurdî jî dike û dibêje, “Divê Kurdî bibe perçeyek ji jiyana rojane û li bazarê, li dibistanê û li her derê Kurdî bê axaftin.”

Rewşenbîr û dostê gelê Kurd mamoste Îsmaîl Beşîkçî di hevpeyvîneke taybet de li ser jiyana xwe, kar û xebatên bo doza Kurdistanê û rewşa niha ya Kurd û Kurdistanê bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Gelek spas mamoste. Hûn çawan in? Xwe baş hîs dikin?

Spas, ez baş im

Rûdaw We him bajarê xwe guhard û hûn ji Enqerê hatin li Stenbolê bicî bûn û him jî we hevjîna xwe jidest da. Van herdû guherînan çi bandor li we kir?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez her tim dihatim Stenbolê. Vî bajarî ji nêz ve dizanim. Navenda weqfa me jî li vir e. Bo min hêsanî çêbû dema hatim vir. Tiştekî nebaş tê de nîn e. Piştî wefata hevjîna xwe ez hatim. Weqif di sala 2013an de hat avakirin û wê demê jî min dixwest em werin Stenbolê lê hevjîna min nedixwest. Li wir heval û dostên me hebûn. Li kuçeya ku em lêbûn cîran û nasên me hebûn. Diviyabû piştî 2013an ez li virbama lê hevjîna min nexwest. Wê wefat kir û ez jî êdî li Stenbolê me. Vir ji nêz ve dizanim. Tu kêşeyek nîn e.

Rûdaw: Piştî ku hevjîna we koça dawî kir jiyan bo we zehmettir bû gelo?

Îsmaîl Beşîkçî: Helbet meriv di cîhan de ditengije. Lê ez hewl didim têra xwe bikim û îdare bikim. Tu problem nîn in.

Jiyaneke we ya bi zehmet hebû. Tiştên ku di girtîgehan de hatin serê we herkes dizane. Ew hemû jiyana bi zehmet çi tesîr li hevjîna we kir gelo?

Helbet girtîgeh û lepirsîn kêşeyên mezin in. Her tim davêtin ser malê, pirtûk raserî ser hev dikirin, bi min digirtin û dibirin. Ne tenê bo me jî givaş li cîranên me jî dihatin kirin. Helbet ew jî aciz dibûn. Berê sibehê davêtin ser malê û digotin mejbûr e ku rêvebirê avahiyê jî hazir be. Hevjîna min ji ber van tiştan gelekî aciz dibû. Aciz dibû ku min radikin û dibin. Ji sala 1971an pê ve di dem û cihên cûda de ew tiştana hatin serê me hetanî sala 2000an. Helbet givaş zêdebûn. Girtîgeh, doz, lêpirsîn, ji cihekî şandina cihekî din. Ji 1970 heta 2000an jiyana me wiha herîkî.

Rûdaw: Cenabê we cara peşî kengî bi Kurdan hesiya an go têgeha ‘Kurd’ cara ewil kengî ket nava jiyana we?

Îsmaîl Beşîkçî: Min li Enqere li Fakulteya Zanistên Siyasî de xwend. Sal 1958 ta 1962an. Li wir dema tu ji pola 3an derbasî ya 4an dibûy stajek hebû. Bo wê stajê hûn ji bo bajarên din dihatin şandin da li ba parêzger an jî qeymeqamekî stajê bikî. Lîsteyek hebû û te jî bajarek ji wê lîsteyê hildibijart. Min Elezezîz hilbijart tevî hevalekî xwe. Piştî derbeya 27 Gulanê li Tirkiye hin mijarên nû dihatin guftigokirin. Pirsa Kurd, reforma axê, ne wekheviya di navbera herêman de û koç. Yek ji van babetan jî ‘tirkbûna Kurdan’bû. Yanê propagandayeke wisa hebû ku bi navê ‘Kurd’ tiştek nîn e, zimanekî bi navê Kurdî nîn e û herkes ji Asya Navîn hatine. Ev propaganda li qada medya û li akademiyê jî bi berfirehî dihate kirin. Dema li Elezîzêbûm, li Keban, Dep, Maden, Baskê û Palûyê ez rastî tiştekî hatim. Min dît dema qeymeqam bi gundiyan re qise dike, tercûmanek gotinên wî bo gundiyan, yên gundiyan jî bo wî werdigerîne. Giliyên xwe arasteyî qeymeqêm dikirin. Em wê demê gelekî diçûn gund û derdorê. Ew mijara mitercîm wisa li hişmendiya meriv diqelibî. Sal 1971bû û li Enqerê li zanîngehê, li nava medyayê li sazî û dezgehên medenî her behsa wê dihate kirin ku herkes tirk e. Dihate gotin ku herkes ji Asya Navîn hatiye lê li Keban û Depê rewş cûda bû. Nexwe rastiyeke din hebû. Di navbera qeymeqêm û gundiyan da zimanekî ku nedihate fêmkirin hebû. Cara ewil bi vî şiklî di havîna 1961an de ez bi Kurdan re rûbirû bûm.

Rûdaw: Di wê kêliyê de ku hîna nû we dest bi akademiyê jî kiribû, çi hat hişên we, çi hest li we rabû?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez di sala 1962an de ji fakulteyê derçûm. Min 4 salan ji wezareta navxwe bûrs distend û diviyabû piştî ku derçûm jî 6 salan bo wezaretê kar bikim. Xizmeta neçarî hebû ew jî 6 salbûn.Piştî ku derçûm ez şandim Çorûmê lê ez pir nemam. Min hema serî li leşkeriyê xist û di sala 1962an de ez çûm leşkeriyê. Pêşî ez hatim Stenbolê. Pişt re bajarê Bolûyê ji min re derket lê min cihê xwe bi yê hevalekî xwe guhert. Wê demê yasayake bi navê becayîş hebû û te dikarî bi kesekî din re cihê xwe biguhirî. Min jî Bidlîs hilbijart û di adara sala 2963an de ez ji Stenbolê çûm Bidlîsê. Di maweyê leşkeriyê de ez gelek caran çûm çiyayê Nemrût, Çiyayê Sîpan, Xîzan û Mûtkiyê. Min di van geran de derfetek baş didît ku gundiyan, xelkê derdorê nasbikim. Min cara ewil eşîrên Kurd yên koçer di sala 1963an de naskirin. Grûbeke xerebelix ji bidlîsê berev bi Tetwanê ve diçûn. Diçûn zozanên Nemrûd û aliyê Xîzanê. Di dawiya sala 1964an de leşkerî qediya û lê di wan rojan de min hewl dida hin lêkolînan bikim û li ser hind tiştan hûr bibi. Ji bo ku bêhtir karibim li serê kar bikim ez di payîza sala 1964an de çûm Erzirimoê û li beşa civknasiyê bûm asîstan. Min li wir derfet dît ku karibim mijara koçeran bêhtir ji nêz ve bizanim û li serê kar bikim.

Rûdaw: Ew tişta ku wê demê hûn ber bi Kurdan ve han didan îdealîstiya akademisyenekî ciwan bû yan hinceteke we ya din a şexsî hebû?

Îsmaîl Beşîkçî: Min gava din behsa leşkeriyê kir û behsa koçeran kir lê, meraqeke min hebû ku vê mijarê berfirehtir bikolim. Min nedixwest girêdayî wezareta navxe kar bikim. Hesabê min ewbû ku ez li zanîngehê bimînim. Ji ber wê dema ji leşkeriyê terhîs bûm min yekser serî li zankoyê xist û di dawiya 64an de êdî ez li zanîngehêbûm.

Rûdaw: Beriya ku hûn rastî Kurdan werin û heke hûn hêç rastê nehatina, dema hûn nûakademisyenekbûn plan û xeyalên we çi bûn?

Îsmaîl Beşîkçî: Di navbera salên 64 û 70yî de dema li zankoya Erziromê min xebat li ser koçeran dikir, di heman demê de li wir di rojname û govaran de jî min gotar dinivîsîn. Govareke bi navê Forûm hebû û nivîsên min çapdikir. Ew nivîs rastî bertegan dihatin. Zanîngehê jî dijberiya vê yekê dikir. Nedixwestin ez nivîsên wiha binivîsim. Di salên 64-65an de hûn behsa Kurdan dikin, behsa ziman û neteweke cihê û çandeke cihê dikin. Zanîngehê li beramberî vê yekê ders dayîna min rawestand û asteng kir ku ez bikevim polan. Min li ser rewşa aboriya civakî û bingehên etnîkî û dûzana anadolê pirtûkek çapkir. Piştî wê pirtûkê givaş zêdebûn. Di 20 temûza 1970î de jî dawî li pêywira min ya li zanîngehê anîn.

Rûdaw: Wê demê tevger an îdeolojiyeke siyasî hebû ku we xwe nêzikê hîs dikir?

Îsmaîl Beşîkçî: Min tenê di derheqê Kurdan de nivîs dinivîsîn. Min fikr û ramanên xwe eşkere dikirin û li beramberî vê jî rastî givaşan dihatim. Bo min girîng ev bû ku ji van givaşan rizgar bibim. Hûn bi termên zanistê parastina nivîsên xwe dikin lê îdeolojiya fermî jî di wan salan de hebûna Kurdan înkar dike. Akademî û dadwerî jî parastina heman tiştî dike. Saziyên bingehîn ên dewletê heman tişt diparastin û dema hûn tiştekî cûda bibêjin jî bertegên cûrbecûr tên. Hûn jî dîsa hewl didin da van givaşan bi rêbazên zanistî li dû xwe bihêlin. Piştî ku dawî li pêywira min ya li zanîngehê anîn min serî li şûraya dewletê xist. Piştî wê biryar hate dan ku ez berdewambim li karê xwe lê zanîngehê biryara dadgehê cîbicî nekir. Heta 3 mehan jî nehate cêbecêkirin. Di wê navê de ez ji Erziromê vegeriyam Enqerê û min serî li fakulteya zanistên siyasî da. Piştî ku li Enqerê serlêdana min hate pejirandin, zanîngeha Erziromê biryara dadgehê xiste meriyetê. Di navbera herdû zanîngehan de nakokiyek çêbû lê di dawiyê de ez ketim fakulteya zanistên siyasî. Di 12 Adarê de jî ez hatim girtin û bo Amedê ez hatim veguhestin.

Rûdaw: Hûn rastî êşkeneceyê hatin?

Îsmaîl Beşîkçî: Helbet, di dema destgîrkirinê de li midûriyeta ewlehiyê givaş û zilm le herkesî dibû.

Rûdaw: Çi digotin ji bo we?

Îsmaîl Beşîkçî: Bo mînak polîsek hebû digot ez jî Kurd im lê weke te bi van karan re eleqedar nabim. Digot tevî ez Kurd im ez beşdarî van tiştan nabim bo çi tu ku ne Kurdî bi van karan re mijûl dibî.

Rûdaw: Bersiva we çi bû?

Îsmaîl Beşîkçî: Min jî got ku ez bi rêbazên zanistê dikim.

Rûdaw: Di wan girtîgehan de tiştek an kesekî ku ji bîra we naçe heye?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez li gelek girtîgehan mam. Min 14-15 girtîgeh guhertin. Di demên cihê de ez dihatim girtin. Di navbera 1971 û 2000an de zêdeyî 17 salan ez di girtîgehan de mam û helbet gelek tişt hene.

Rûdaw: Di nava hemû wan salan de hûn bi girtiyên Kurd ên siyasî re diman. Di heman demê de ku dewletê Kurd înkar dikirin, tabloya hundir çi nîşanî we dide, hêviyek we hebû?

Îsmaîl Beşîkçî: Belê, di dema 12ê adarê de ez biribûm Amedê. Li wir ez bi gelek kesan re mam ku ji derdorên cihê yên civaka Kurdan bûn. Axa hebûn, xwedî milk û eraziyan hebûn, şêx, xwendekar, kesên esnaf hebûn, bêkar û ci qadên cihê yên civaka Kurdan gelek kes habûn. Hetanî sala 1971an agahiyên min ên di derbarê Kurdan de gelekî zêde bibûn. Lê di sala 1971an de ku li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bûm û dema li dadgehanbûm nêrîna min ya di derbarê Kurdan de kûrtir bû. Bandoreke zêde li min bû. Di vê demê de min pirsa Kurd, pirsa Kurdistanê û Tirkiye bêhtir nas kir û fêm kir.

Rûdaw: Li welatekî ku akademî û hêlîna zanistê di mijarekê de metodolojiyeke înkarkirinê têxe meriyetê civak bandoreke çawa dibîne, çi guherîn lê dibin. Bandora vê yekê li Tirkan çi bû?

Îsmaîl Beşîkçî: Helbet ev pirseke girîng e. Dema hûn dikevin zanîngehê her ji we re behsa wê yekê tikirin ku ‘diyarde’ tiştekî bingehîn û girîng e. Bi awayekî teorîk her behsa girîngiya ‘diyardeyê’ tê kirin. Mamosteyan tim digotin rast fêmkirina ‘diyardeyê’ girîng e û min jî hewl dida heman tiştî bibêjim lê min behsa Kurdan dikir. Min digot Kurd û Kurdistan diyardeyeke girîng e. Min bi rêûrêbazên zanistî ev tişt digot lê bertekên mezin dihatin. Dema mijar dibû ‘diyardeya Kurd’ digotin we kes nikaribe li vê mijarê bikole. Behsa berjewendiyên nedewî ên dewletê dihate kirin. Min jî digot xebatên zanistî girîngtirin ji van berjewendiyan. Hetani sala 71an bertegên mezin li hemberî vê yekê radibûn. Yanê digotin zanist manist girîng nîn e. Lê peştî salê 8- û 90î ta dema em hatin salên 2000î nermûnek çêbû. Dewlet jî êdî weke salên 60î Kurdan, Kurdî û Kurdistanê înkar nake.

Rûdaw: Eger akademiya Tirkiye ya wê demê û rewşa niha bidî berhev çi ferq bi berçavên we dikevin?

Îsmaîl Beşîkçî: Akademiyê wê demê bertegên zêde nîşan didin. Piştî salên 80 û 90î helwest nermtir bû û civak jî hinekî sûdê ji vê guherîne dibîne. Weke salên 50-60î êdî Kurd , Kurdî ne di kategoriya înkarê de cîh digire.

Rûdaw: Li gor nêrîna we, kêşe û zehmetiyên ku Kurd dibînin çi ne di wê qonaxê de ku ji têkoşîna çekdarî derbasî sîvîlîzasyonê dibin?

Îsmaîl Beşîkçî: Ew mijara înkarkirina Kurdî û Kurdan rewşeke gelekî cuda ye. Ew tişt tenê rêbazeke Tirkiye ye. Ew kêşe di heman demê de kêşeya Iraq, Îran û Sûriyê ye jî. Ew pirseke navdewletî ye. Hetanî salên 80î Tirkiye di bin bandora polîtîkayên Amerîkayê de bû. Iraq û Sûriye di bin bandora Sovyetê de bû. Pirsa înkarkirinê ji ber wê her ku çû bû pirsgirêka Amerîka, Rûsya û pê re jî ya Ewropa. Lê înkarkirin tenê meziyeta Tirkiye bû. Bo mînak li Iraqê jî kêşe heye lê înkarkirin nîn e. Ew nabêjin ku herkes Ereb in. Givaşên Bexdayê her hebûn bo ser Kurdan. Problemên li Îran û Sûriyeyê jî berdewam dikirin. Lê înkarkirina Kurdan, înkarkirina Kurdî, pişavtin û asîmîlekirina Kurdî bi rêya tirkî tenê meziyeteke Tirkiye ye. Ji damezrandina komarê pê ve polîtîkaya Tirkiye ya bo Kurdan her tim asîmîlasyon bû. Her dibêjin herkes Tirk e.

Rûdaw: Eger em bi nimûneyên cîhanê re miqayese bikin, rêbaza asîmîlasyonê ya ser Kurdan serkeftî ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Helbet, bêguman em dikarin bêjin ku ew polîtîkaya asîmîlasyonê gihîştiye serkeftineke diyar. Bo mînak gelek Kurd bi Kurdî nizanin. Bi taybetî di warê nivîsînê de. Bo mînak dibêjin Amed peytexta Kurdistanê ye lê asîmîlasyon li wir serkeftî ye. Gelek heval û dostên me yên Kurd bi Kurdî nizanin. Ne tenê li Amedê jî, Mêrdîn, Colemêrg jî wisa. Asîmîlasyon li ser Kurdên ku hatine bajarên Tirkiye jî bêhtir bi ser ketiye.

Rûdaw: Berovajîkirina vê yekê bi kîjan argumentan pêkan e?

Îsmaîl Beşîkçî: Binêrin rêvebirina awarte ya ku di sala 71an de li Amedê hebû di vir de gelekî girîng e. Dibe ku ew parastinên ku li dadgehan, li hemberî dozger dihatin kirin kiribe ku ew rewş piçekî têk biçe. Di dema 12ê îlonê de givaş gelekî zêde bû. Bi awayekî eşkere, qanûn derxistin û Kurdî bi rêya qanûnî qedexe kirin. Lê dema ku bi israreke baş li dadgehan parastin li hemberî vê yekê hate kirin bandora înkar û îmhayê jî sist dibû.

Rûdaw: Cenabê we û Ocalan di kîjan mijaran de raberî hev bûn? Bi rêya nivîsên we herduyan em dizanin ku îtirazên we li hemberî hev hene?

Îsmaîl Beşîkçî: Min hetanî sala 1998an ku Ocelan piştî wê hate girtin, gelek nivîs di derbarê PKKê de nivîsîn. Nivîsên ku piştgiriya gerila dikir û min ew nivîs jî bi zanebûnî dinivîsin. Lê dema ku Ocalan hate girtin û got ez amade me ku xizmeta dewletê bikim, piştî wê nêrînên min yên di derbarê PKK û Ocalan de guherîn. Dikarim vê bêjim.

Rûdaw: Dema hûn vegerin û li dû xwe binêrin, hîç tiştek heye ku hûn jê poşman in yan jî dibêjin xwezî min wiha ne lê wiha bikira?

Îsmaîl Beşîkçî: Nexêr tiştên wisa nîn in.

Rûdaw: Eger em werin roja îro; beşeke Kurdan berdewam in di têkoşîna çekdarî de, li perçeyên din hin geşedanên din hene. Rewşa Kurdan ya heyî weke berê heyecanê dide we?

Îsmaîl Beşîkçî: Pirsa Kurd pirseke gelekî mezin e. 1920 û salên pê re û perçekirina Kurdistanê demên gelekî girîng in. Di serdema Cemiyeta Miletan de operasyoneke bi vî rengî ya li hemberî Kurdan rû da ye. Kurd û Kurdistan hatine perçekirin û li hev hatiye parvekirin. Ew ji bo civakekê, ji bo netewekê sizadaneke gelekî giran e. Weke ku hestiyên merivan ji hev de bikevin, weke ku mêjî bê perçekirin, sizadan û pirseke wisa ye. Ji 50 milyonî zêdetir nifûsa Kurdan heye lê ne li Neteweyên Yekbûyî û ne jî li Konferansa Îslamî nûnertiyeke wan nîn e. li cîhanê 40 welat hene ku nifûsa wan ji milyonekî jî kêmtir e. Dewlet hene ku nifûsa wan 300 hezar kes e û li Neteweyên Yekbûyî têne temsîlkirin. Niha zêdetir ji 50 milyonî nifûs heye lê ne li Neteweyên Yekbûyî ne jî li Konferansa Îslamî nayêne temsîlkirin. Pirsa Kurd pirseke gelekî mezin e. pirseke navnetewî ye. Divê bi taybetî Kurd vê yekê bînin zimên ew gelekî mihîm e. rexnekirina  Neteweyên Yekbûyî, Konferansa Îslamî û rêxistinên mafên mirovî di vê mijarê de gelekî girîng e. Divê vê yekê jî Kurd bikin. Divê vê yekê bi danberhev bikin. Dû hêzên bingehîn ên êmperyalîstên cîhanî û du dewletên binemal yên Rojhilata Navîn, ango Osmanî û Îran hene. Van her çar dewletan hevalbendî û hevkarî kirine û operasyoneke wiha li hemberî Kurdan pêk anîne. Deqûdolabeke la’netkirî kişandina serê Kurdan. Gelekî girîng e ku Kurd vê yêkê baş tê bigihîn û bo rizgariya ji wê têkoşînê bidomînin.

Rûdaw: Tecrûbeya Başûrê Kurdistanê di vê qonaxê dikare roleke çawa li xwe bigire?

Îsmaîl Beşîkçî: Helbet ez wan jî ji nêz ve dinasim. Ez baş dizanim bê ka di dema Mele Mistefa Barzanî de têkoşîneke çawa hatiye dan. Salên 60î, peymana 12ê Adara 1970yî, peymanên ku di navbera Barzanî û Sadam de hatine îmzekirin ez wan hemûyan baş dizanim. Ew peyman ne tenê di navbera Barzanî û Sedam de bûn. Îranê nedihişt ku cîbicî bibin. Tirkiye dibû asteng. Peyman hetine kirin lê neketine meriyetê. Bo mînak peymanek pêşniyaza serjimara li Kerkûkê dike, dibe ku Sadam jî xwestibe lê Tirkiye, Îran û ên din ew yek nedixwestin. Sovyet û Amerîkayê jî polîtîkayeke di berjewendiya Kurdan de nemeşandine. Bilakîs dewletên serdest diparêzin. Amerîka û Sovyet di mijara Kurdan de helwesteke bawerker nemeşandine.

Rûdaw: Li Başûrê Kurdistanê statûyeke ku hatiye bidestxistin heye. Ger ji vir ve destpê bike, geşedan û tecrûbeya ku li Rojava derketiye cenabê we çawa dinirxîne?

Îsmaîl Beşîkçî: Midaxaleya ku Amerîka di sala 93yan de digel Iraqê kirî, çûyîna Saddam, belavbûna Beasê, evana qonaxên girîng in. Em wê yekê dizanin ku hetanî sala 1988an her tim rewşeke Enfalkirinê hebû. Ne tenê Helepce, li her deverên Kurdistanê, li Silêmanî, li Hewlêr û Dihokê jî hebû. Jenosidek li hemberî Kurdan hat meşandin. Li Helepce zêdeyî 6 hezar kes mirin lê li tu dereke cîhanê dengek bilind nebû. Di sala 1945an de li Nagazakî û Hîroşîma jî heman tişt pêk hat lê li Japonya jî tu dengek derneket li hemberî Enfala li ser Kurdan. Ne li Parîsê, ne li Roma, ne li Londra, ne li Moskova ne jî li Qahîre tu bertekek jî bo vê jenoside nehat. Ew nîşaneya wê ye bê ka Kurd rastî neheqiyeke çawa hatine. Li hember derneketina jenosideke wisa jî nîşaneya wê yekê ye bê pirsgirêk çiqasî giran e.

Rûdaw:  Hûn geşedanên li Rojava çawa dinirxînin?

Îsmaîl Beşîkçî: Di salê 70yî de Kurdistan hatiye perçekirin. Kurdistan mêtingehek jî nîn e. Piştî ku Osmanî belav dibe, axa împartoriyê tê parvekirin. Kî parve dike, Îngîltere û Fransa. Iraq hatiye avakirin, Urdun, Filîstîn hatiye avakirin. Hemû jî mêtingehên îngilizan in. Divê wê demê digel Iraq, Urdûn, Sûriye û Filîstînê Kurdistan jî hebûya. Kurdistaneke girêdayî Îngîltere an Fransa. Eger wiha bibûya niha ji zû ve dewleteke bihêz hatibûya avakirin jî.  Lê nebû Kurdistan hat perçekirin û parvekirin. Iraq dibêje ew der ya min e, Tirkiye bo Bakurê Kurdistanê dibêje ew der axa min e, Îran dibêje ew der axa Îranê ye. Wê demê Îngîltere jî Fransa jî xwedî polîtîkayên bihêz bûn. Iraq demeke dirêj di bin bandora Îngiltereyê de bû. Sûriye di jêr kontrola Fransa de bû. Hemû çûn û rêveberiyên Ereb li wir serdest bûn.

Rûdaw: Kurdên li Bakurê Kurdistanê divê bala xwe bidin modeleke çawa, çi bidin pêşiya her tiştî?

Îsmaîl Beşîkçî: Bêguman Kurdên ku li Tirkiye ne divê xwedî li Kurdî derkevin. Xwedîderketina ji Kurdî û fêrkirina bo zarokan gelekî girîng e. Divê Kurdî bibe perçeyek ji jiyana rojane û li bazarê, li dibistanê li her derê Kurdî bê axaftin. Ew gelekî girîng e. Ne weke Başûrê Kurdistanê ye. Li wir kêşeyeke wisa nîn e. Herkes Kurdî diaxive, perwerde dibîne. Lê li Bakûr wia nîn e. Pirsa herî girîng xwedîderketina li Kurdî ye.

Rûdaw: Baş e, hemû ew serencam û serboriya we ji hêla malbatî ve awêneyeke çawa derxist û li çi merhaleyê ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Di sala 1971an de dema ez hatim girtin, li Îskîlîpê, li navçeya ku lê bûme û mezin bûme dijberiyeke gelekî zêde hebû. Min paşê bihîst. Meleyê mizgeftê di weazeke xwe ya roja înê de dibêje ku li navçeya me jî anarşîstek derketiye. Bavê min jî wê demê li mizgeftê ye. Dema dibîhize ji xwe ve diçe. Bi wî halî rakirine birine malê. Lê pê de pê de ew rewş guherî. Ne weke berêye. Ger bêm ser malbata xwe, ez biçûkê malê bûm. Ez di sala 1939an de hatime dinê. Birayê min ê mezin di sala 1921an de ê ji wî biçûktir di sala 1930î de çêbûye. Xwîşka min jî di sala 1936an de çêbûye. Hemûyan koça dawî kirin, niha kesek nîn e. bavê min di sala 1899an de hatiye dinê û di 79 saliya xwe de koça dawî kir. Diya min di sala 1898an de hatiye dine. Hemûyan dizanîn ku ez ji ber nivîsandinê tême girtin. Ew yek ne bi dilê wan bû, nedixwestin ez binivîsim lê dema min dinivîsî jî tiştek nedigotin. Dihatin li girtîgehan seredana min dikirin. Eleqeyek her tim hebû di dema girtin û girtîgehan de. Nedixwestin ez pirtûkan çap bikim. Lê dema ji ber wê gef li min dihatin xwarin jî  ez bi tenê nedihiştim. Ne tenê malbat lê helwesta hemû xizman jî wiha bû.

Rûdaw: Hûn rewşa Tirkiye ya niha çawa dibînin û ev rewş çi hestê li we peyda dike?

Îsmaîl Beşîkçî: Girîngtirîn pirsa Tirkiyê, binêrin ne yek ji pirsan, pirsa herî girîng pirsa Kurd e. Ew pirs sedema hemû pirsên din e jî. Dewlet her tim hewl dide bi givaşan vê pirsê paş de bide. Polîtîkaya bingehîn ya dewletê ew e. Lê êdî pêkan nîn e ku ew polîtîka bijî û bimeşe. Kurd êdî ne ew Kurdên beriya 50 salan in.Ew êdî gihîştine hişmendiyeke bîrdoz û wê yekê diparêzin. Polîtîkayên dewletê û ya Kurdan helbet nakokî hev in. Û di vir de jî dîsa girîng e Kurd zarokên xwe fêrî Kurdî bikin. Bo mînak hûn li Amed, Batman, Nisêbîn, Cizîrê digerin, zarok kêm bi Kurdî diaxivin. Eger dema hûn gerîn û we dît ku zarok bi Kurdî napêyivin ew kêşeyeke mezintir û mezintir e bo Kurdan. Ez ji we re behsa Madam Kurî bikim. Dîroka wan jî dişibe ya Kurdan. Polonya çend caran hatiye perçekirin û parvekirin. Eynî weke Kurdistanê. Lê cudahiyek heye, ew dibin dewlet û têne perçekirin. Madam Kurî di sala 1070yî wiha dibêje: Welatê me di navbera Împaratoriya Rûs, Alman û Awistûryayê de hat parvekirin. Zimanê lehî hatibû qedexekirin. Perwerde bi rûsî bu. Lê dema em bo dibistanê dimeşîn, dema em li malê bûn û di rêya vegerê de her me bi zimanê xwe qise dikir. Êvaran li malê hemû malbat bi zimanê lehî diaxîn. Zarok bi vî zimanî perwerde dikirin. Di têkoşîna me ya rizgariya welêt de cihekî gelekî girîng yê zimanê me heye.

Dibe ku dewlet bo Kurdan dibistanan veneke, perwerdeya ferzikirî jî qebûl neke lê her malek dikare bibe dibistanek. Em bêjin li Batman, Amed û Colemergê  kalemêr li qehwexaneyan bi Kurdî diaxivin. Ew tiştekî gelekî baş e. Lê ev yek çarenûsê diyar nake. Me gava din behsa Amedê kir. Ka lê bikolin bê ka çiqasê zarokan bi Kurdî diaxivin. Rewş ne baş e, zarok her bi tirkî diaxivin. Ew rewşeke gelekî xirab e. Xwedîderketina li Kurdî girîng e. Girîng e geşkirina Kurdî.

 

Rudaw

Top