• Thursday, 25 April 2024
logo

Demirtaş derbarê Ocalan de daxuyanî da

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
Demirtaş derbarê Ocalan de daxuyanî da

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş got: “Erdogan dixwaze di mejiyê Kurdan de tevliheviyê çê bike. Tecrîdê rakin, em hemû bi hev re bibînin Ocalan dê çi bibêje.”

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayip Erdogan 12 Çileya 2022ê di daxuyaniyeke xwe de amaje bi Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş da, ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye û îdia kiribû ku Demîrtaş dê hesabê bide rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ku ji sala 1999ê ve li girtîgeha Îmraliyê ya Bursayê girtî ye.

Li gor medya Tirkiyê Demirtaş bersiva Erdogan da û got: “Hûn ji ku dizanin birêz Ocalanê ku bi salane di bin tecrîda we de ye, çi dibêje? Wê demê, tecrîdê rakin, bila birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe bi berdewamî hevdîtinan bike. Em hemû bi hev re bibînin dê çi bibêje. Hem mirov tecrîdeke giran bi ser de bimeşîne û hem jî ji kursiya Serokkomariyê bi navê Ocalan biaxife ne helwesteke exlaqî ye.”

Demirtaş got: “Erdogan bi niyeteke xirab dixwaze di nav Kurdan de tevliheviyê çê bike. Me heta îro piştgiriya her hewldaneke ji bo aştiyê kiriye. Di vî warî de gumaneke me nîne. Divê kesek guh nede van gotinan û cidî wernegire. Herwiha bi rêveberiya HDPê re îradeyeke me heye. Ji ber me nehêlişt îradeya me bê binpêkirin, ez ji 5 salan zêdetir e di girtîgehê de me. Em nûnertiya îradeya gel dikin. Ez çaverê dikim, bila hemû kes ji vê yekê têbigihêje û rêzê lê bigire. Tifaqa AKP-MHPê hiqûqa dijminkariyê li hember me dimeşîne.”

Demirtaş herwiha dibêje, çawa pêştir Ocalan jî çend caran amaje pê kiriye, cihê çareseriya Pirsgirêka Kurd parlamento ye.

 

 

Rudaw

Top