• Friday, 29 March 2024
logo

Swîs û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
Swîs û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Kurdistan dixwaze fêde ji ezmûna Swîsê wer bigire.
Serokwezîr li gel balyozê Swîsê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Swîsê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 19ê Çiraya paşê ya 2022an me pêşwaziya balyozê Swîsê yê li Îraq û Urdinê Lukas Gasser kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraq û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swîsê kir.

Me di berdewamiya civînê de behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê yên bi armanca pir cur kirina çavkaniyên dahat û derfetên sûd wergirtin ji ezmûna serkeftî ya Swîsê bo pêşxistina herêma Kurdistanê di her warî de kir.

Balyozê Swîsê yê li Îraq û Urdinê Lukas Gasser spasiya hevkarî û hemahengiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya Swîsê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan û handana hantina kompaniyên Swîsî bo herêma Kurdistanê diyar kir.

Top