Ekrem Îmamoglu: Hêvî dikim welatiyên kurd dersa kurdî hilbijêrin
Îro roja çarşemê 19.01.2021ê li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê ya derbarê hilbijartina dersa kurdî Ekrem Îmamoglu got: Hêvî dikim her welatiyên kurd ku eleqeya wan li ser vê dersê hebe bila herin vê dersa kurdî hilbijêrin û xwe lê tomar bikin.
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê derbarê hilbijartina dersa kurdî de got: “Mafê her welatiyê ku li Komara Tirkiyeyê dijî heye ku zimanê xwe fêr bibe. Ev mafê welatîbûnê ye. Her welatyek azad e ku li gor baweriya xwe bijî. Wezareta Perwerdehiyê ku derseke bijarte ya kurdî cîh dabe bernameya xwe ev gaveke baş e û ez wan pîroz dikim.”
Ekrem Îmamoglu herwiha got: “Ez hêvî dikim welatiyên urd yên eleqeya wan li ser vê derse hebin, bila here vê derse hilbijêrin û xwe lê tomar bikin.”
Basnews