• Friday, 19 April 2024
logo

Li Qamişlo çandên pêkhateyan bi hev hatin nasdandin

Gulan Media January 17, 2022 Corane
Li Qamişlo çandên pêkhateyan bi hev hatin nasdandin

Bi destpêşxeriyekê ji rêxistinên sivîl û xwecihî li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo çalakiyek bi sernavê “Rengên Me Me Digihînin Hev” hate lidarxistin. Mebest ji vê çalakiyê ew bû ku ciwan û nifşê nû dab û nerîtên (urf û adetên) aheng û zemawendan û xwarinên kulturî nas bikin.

Hejmarek ji ciwanên xwebexş ên rêxistinên sivîl ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Kiristyanan ew çalakî saz kirin, ji bo danasîna kulturên cuda û rengereng ên Rojavayê Kurdistanê, di ahengên gelêrî û civakî de.

Wan Şêxo, berşdarbûya bi rola bûkê di vê çalakiyê de dibêje, “Ez di destpêşxeriyê de, bi rola bûkê beşdar bûm, me hineya Kurdî û zemawenda Kiristyanî nîşan dan, armanca me ji destpêşxeriyê ew e, em hevgirtina civaka xwe ji aliyê dabûnerîtan ve, diyar bikin, ku her pêkhateyek dabûnerîtên wê yên cuda hene, min hest bi vê hevgirtina civakî kir, lê her ev hevgirtin li cem me gelekî girîng e.”

Di ahengê de, hejmarek ji xwarinên gelêrî, herwiha xwarin û cilûbergên deverê û nerîtên ahengan, weke xwazgîniya Ereban, heneya Kurdan û guhestina bûkan li cem Siryanan, hatin nîşandan, ku weke nasnameyên pêkhateyên wan navçeyan in.

Hemîd Ebdê yek ji beşdarên di destpêşxeriyê de dibêje, “Ev çalakiya me ji 4 xalan pêk tê, xala yekemîn em bêjin şahî bû, xutbe bi Erebî bû, hene bi Kurdî bû û dawet Suryanî bû. Ev awayê hanê bi giştî tê xuyakirin ku ev folklor û ev kultura me, her kulturek kulturê din nas bike, piştre çalakiyeke din ku şahiyek bû bi her sê rengan hat xemildanin û di dawî de em bêjin corên xwarinê hebûn, xwarinê diyar dikir her netewek bi xwarina xwe diyar bibe, her netewek bi xwarina xwe diyar dibe, bi çanda xwe tê naskirin.”

Ciwanên ku bi vê destpêşxeriyê rabûn, mebesta wan ew bû, ku nerîtên kevn zindî bikin û bînin bîra xelkê.

Muna Ebdulselam, Endama Rêxistineke Sivîl dibêje, “Kultura gelêrî, weke me dît, nema kar pêtê kirin, lewma me derfet da ciwanan ku vê kultûrê û dabûnerîtên navçeyê nas bikin, helbet me berî her tiştî xwest ku pêkhateyên Cizîrê bi hezarên salan bi hev re dijîn, û hêj ew pêkvejiyanê berdewam dikin.”

Di ahengê de hejmarek ji çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin, ku cihê dilxweşiya amadebûyan bûn.

 

 

Rudaw

Top