• Friday, 29 March 2024
logo

Zarokên Kurd ên li Stenbolê daxwaza dersa Kurdî dikin

Gulan Media January 16, 2022 Nûçe
Zarokên Kurd ên li Stenbolê daxwaza dersa Kurdî dikin

Gelek malbat û xwendevanên dibistanan nizanin ku derfet heye ew ji nava dersên bijarte zimanê Kurdî ji xwe re hilbijêrin, bi taybetî jî ew malbatên ku li bajarên Tirkiyê dijîn. Zarok bawer nakin ku ewê karibin dersa Kurdî bixwînin. Xwendekarekî pola 5ê dibêje wan form wernegirtine. Xwendekarekî din jî dibêje, ew pir dixwaze dersa Kurdî wergire, lê ne pêkan e.

Proseya serlêdana waneyên bijarde li Tirkiye berdewam dike û piraniya malbat û xwendevanan bêhay in ji vê derfeta bo Kurdî.

Zarok bawer nakin ku ewê karibin dersa kurdî bibînin

Xwendekar Samet Akbulut dibêje: “Ez dixwazim dersa Kurdî bistînim. Lê ji me re nabêjin. Ew tenê behsa çanda xwe dikin lê dema bêjî Kurdî tiştên ne baş dibêjin.`

Xwendekar Viyan Botan  Akyuz jî dibêje: “Ez ji Mêrdînê me. 10 salî me û diçim pola 5an. Belê ez dixwazim lê haya min nîn e ku dersa kurdî heye. Form nedane me

Xwendekar Umut Erbay jî got: “Temên min 12 sal e û diçim pola 6an. Ti form li me belav nekirine û haya me jê nîn e. Agahiya me nîn e ku dersên kurdî tên dan ji ber ku tiştekî nabêjin me. Ez ji xwe kurd im û pir dixwazim dersa kurdî bibînim lê ne pêkan e.”

Xwendekar Taner Mert Yildiz jî dibêje: “Navê min Taner Mert Yildiz ê û 10 salî me. Diçim pola 5an û haya min ji vê tunebû. Niha ez hajê bûm lê ez dixwazim.”

Zarok dibêjin ku formên serlêdanê bo wan nehatine belavkirin. Temamê zarokan daxwaza wergirtina dersa Kurdî tînin zimên. Lê li dibistanên ku temamê xwendevanan Kurd in jî agahî bo wan nayên dayîn.

Xwendekar Muhamed Zinar Yildirim jî got: “Ez ji Midyada Merdînê me û 9 sal û nîv im. Diçim pola 5 an û formên me nadin me. Haya min jê tunebû. Ez kurdî dizanim û dixwazim ders jî hebe.”

Xwendekar Harun Gonultaş jî diyar kir: “Ez ji Mêrdînê me û diçim pola 6an. Ji me re tu agahî nehatin di van rojan de lê ez jî dixwazim.”

Xwendekar Ensar Uçar jî wiha axivî: “Navê min Ensar paşnavê min Uçar e û diçim pola 5an. Ez ji Midyada Mêrdînê me û waneya bijarte dixwazim. Dersa kurdî dixwazim lê ne agahî didin ne jî forman.”

Xwendekar Şîlan Akar jî got: “Navê min Şîlan paşnavê min Akar e û ez ji Şirnexê me. Ez 12 salî me û haya min ji waneyên bijarde nîn e. Eger hebe ezê bixwazim bibînim û baş dibe. Haya me jê nîn e lê em dixwazin.”

 

Rudaw

Top