• Thursday, 18 April 2024
logo

Li Şêladizê jin û mêrekî hunermend xaniyê xwe kirin dibistan

Gulan Media January 15, 2022 Corane
Li Şêladizê jin û mêrekî hunermend xaniyê xwe kirin dibistan

 Li nahiya Şêladizê ya Duhokê jin û mêrekî hunemrend xaniyê xwe kirin dibistan da ku zarok tê de bixwînin.

Hunermenda kurd Evîn Hesen, ku seroka liqa Duhokê ya sendîkaya hunermendên Kurdistanê ye jî, ji BasNewsê re got, min û hevjînê xwe Nesret Rêkanî, ku ew jî hunermend e, me biryar da xaniyê xwe yê li Şêladizê bidin rêveberiya perwerdê da ku bikin dibistan û zarok tê de bixwînin.

Li ser çawaniya wê biryarê jî, Evîn Hesen got, li Şêladizê komelgehek çêkirine ku dibistana wê nîne. Zarok di xaniyekî de dixwînin. Piştî ku dît ew der biçûk û zarok tê de asûde nînin, me xaniyê xwe ku li kêleka wê dibistanê ye, da berpirsên perwerdê da ku zarok tê de perwerdê bibînin.

Wê hunermenda kurd da zanîn jî, xaniyê wan dê du salan bê bermaber di xizmeta perwerdê de be û got, bila her kes li aliyê xwe ve xizmeta zarokan bike da ku bikaribin bi dilrekî asûde perwerdê bibînin.

 

Basnews

Top