• Saturday, 20 April 2024
logo

Mela Enwer: Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Mela Enwer: Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe

 Mamosteyê Olî Enwer Emîrkulu bang li malbat û xwendkaran dike ku dersa Kurdî hilbijêrin û tekez dike, “Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe. Her miletek bi zimanê xwe heye. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Mamosteyê Olî Enwer Emîrkulu beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û li ser girîngiya zimanê dayikê di warê olî de amaje bi wê dike ku mirov bi reng û zimanên cuda hatine

`Her milet bi zimanê xwe heye`

Mela Enwer Emîrkulu ragihand, ku Xwedayê mezin mirov û zimanên wan afirandiye û tekez dike, “Kesê ku ji zimanê xwe aciz be, ayetên Xwedê înkar dike. Lewma divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.

Mela Enwer dibêje, “Hebûna ziman, nîşaneya hêza Xwedê ye” û tekez dike, “Hêza her netewekê, zimanê wê netewê ye. Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe. Hebûna miletekê bi ziman e.”

`Metirsiyeke mezin heye`

Li ser rewşa zimanê Kurdî jî Mela Enwer dibêje, “Xelkê me dema ji welatê xwe derketin û hatin metropolan, windabûnek çêbû. Mixabin bi zimanê Tirkî dixwînin, televîzyon, telefon her bi Tirkî ne. Mixabin zimanê me winda dibe, metirsiyeke mezin heye. Ez bang li miletê me dikim, bila fêrî zimanê xwe bibin û fêrî zarokên xwe bikin. Ol jî bêyî ziman nabe, miletekî zimanê wî tune be, nikare fêrî ola xwe jî bibe.”

Mela Enwer derbarê qedexeyên li ser zimanê Kurdî de jî bi ayetên Quranê nimeneyan dide û dibêje, “Kesên zimanan qedexe dikin, înkara ayetên Xwedê dikin. Xwedê di ayetekê de dibêje, `zalim bila baş bizanin, eger li dinyayê neyên cezakirin, dê li axiretê cezayek mezin werbigirin.”

`Jibilî zaliman, Kurd jî neheqiyê li xwe dikin`

Di dewama axaftina xwe de Mela Enwer, rexne li Kurdan jî digire û dibêje, “Zalim çiqas neheqiyê dikin, em jî ewqas neheqiyê li xwe dikin û li zimanê xwe xwedî dernakevin. Îro derfetek heye, lê em zarokên xwe nabin û zimanê wan bi wan nadin xwendin. Lewma divê em li çand, welat û zimanê xwe xwedî derkevin.”

Li ser erk û berpirsyariyên malbatan jî Mela Enwer tekez dike, “Ew malbatên di nava malên xwe de zimanê xwe fêrî zarokên xwe nakin, zirara herî mezin didin xwe û zarokên xwe. Kurdî nebûye zimanê perwerdê lê (berê) malbat di malê de bi Kurdî diaxivîn û çand û huner dihat fêrkirin. Medreseyên Kurdistanê jî di vî warî de roleke mezin lîstin.”

Banga ji bo malbatan

Mamosteyê Olî Enwer Emîrkulu di dawiya axaftina xwe de bang li malbatên Kurd dike ku “xwedî li zimanê xwe derkevin, ev jî bi gotinê nabe, divê biçin di pratîkê de li mafê xwe xwedî derkevin û zarokên xwe li (dersa Kurdî) binivîsin û li wî mafê ku bi kedeke mezin hatiye wergirtin û zimanê xwe xwedî derkevin. Banga bo min bo oldaran jî ew e ku bêyî ziman ne mumkun e ku mirov bigihije armanca Îslamê jî.”

Top