Kerkûk- Xesûyekê zavayê xwe kuşt
Beriya bi çend rojan li taxa Raperîn a bajarê Kerkûkê hemwelatiyek hatibû kuştin û îro hatibû aşkerekirin ku ew kes ji aliyê xwestiya xwe hatiye kuştin.
Îro roja çarşemê 12.01.2022ê fermandeyê polîsê Kerkûkê Emîd Kawe Xerîb, ji BasNewsê re aşkere kir beriya bi 4 rojan li taxa Raperîn a Kerkûkê ew hatine agahdar kirin ku hemwelatîyek li nava mala xwe dawî bi jiyana xwe aniye.
Emîd Kawe Xerîb dibêje polîs berdewam bû ji bo dîtina kujerê wî hemwelatiya û di encama lêkolînan de derketiye holp ku ew zilam ji aliyê xwesiya xwe hatiye kuştin û wan kariye wê kujerê li Kerkûkê desteser bikin.
Herwiha Kawe Xerîb, dibêje wê kujerê li xwe mikur hatiye ku wê ew tawan pêk aniye.