• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Wanê jin hunera Qenewîçê nûjen dikin

Gulan Media January 12, 2022 Corane
Li Wanê jin hunera Qenewîçê nûjen dikin

Li navçeya Qelqelî ser bir parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jinên ku beşdarî kursa hunera dest a kevin Qenewîçê dibin, bi neqşên nû zindî dikin daku vê hunerê bo nifşê nû bihêlin. Rêvebera Navenda Piştgiriya Malbatê Leyla Dinç amaje bi wê yekê dike ku xwendekarên kursê berhemên kevin ên sindoqên dayik û dapîrên xwe li vê derê nûjen dikin.

Leyla Dinç, Kordînatora Navenda Piştgiriya Malbatê ragihand, “Yek ji hunera destan qenewîçe ku rûbûriyî jinavçûnê ye, di kursên me de ji nû ve tê zindîkirin. Jinên beşdarî kursê dibin hem fêr dibin, hem bo pêşerojê hunerê zindî dikin û hem jî dikarin berhemên xwe bifroşin.”

Li vê kursê jin hem mamoste ne û hem jî xwendekar in. Ew dibêjin hem ji berhemên xwe yên ku çêdikin kêfxweş dibin û hem jî bi firotina berheman debara xwe dikin.

Seven Ertaş, Mamosteya Nexşan dibêje, “Ev deh sale ez  mamostetiya neqşên ku bi dest tên çêkirin dikim. 14 xwendekarên min hene. Em neqşên kevin ên qenewîçê dîsan çêdikin.”

Nazife Tekin, Beşdara kursa nexşan jî dibêje, “Min nû dest bi kursê kiriye, ev nêzîka 2 mehan e. Em kevneşopiyên dayik û pîrikên xwe berdewam dikin. Ev qenewîçe di dema dayik û pirikên me de hebûn. Di demên dawî de daxwaz hebû em jî bi awayekî nûjen neqşên kevin çêdikin.”

Hunera dest Qenewîçe neqşên ku li ser cawê telîsokî yê ku ji keten hatiye hunandin tê çêkirin û dema borî di cêyizên bûka de cihekî girîng digirt. Roja me ya îro dîsan bi nexşên nû xêliyên mase û sêpeyan, sicade, û pêşgîr tên neqişandin û bi vî awayî ev hunera dest tê nûjenkirin û bo pêşerojê tê hiştin.

 

Rudaw

Top