• Thursday, 25 April 2024
logo

Bo yekem car dilê beraz bo mirovekî tê veguhestin

Gulan Media January 11, 2022 Corane
Bo yekem car dilê beraz bo mirovekî tê veguhestin

 Pizîşkên Amerîkayê di proseyeke aloz de û bo cara yekem di dîroka pizîşkiya mirovatiyê de, dilê berazekî bo kesekî ku nexweşiya wî ya dil heye diçînin.

Ev pêngaveke girîng e di bikaranîna endamên caneweran de bo rizgarkirina jiyana wan kesên ku ji ber nexweşiya dil dinalînin. Ev neştergerî ji aliyê pizîşkên Zanîngeha Maryland a Amerîkayê ve hatiye kirin, sê roj piştî neştergeriyê, pizîşk dibêjin rewşa nexweş baş e.

Pizîşk Bartley Griffith dibêje “Ew hatiye ser hişê xwe. Ber bi başbûnê ve diçe û ligel kesên derdora xwe diaxife. Em hêvîdar in ew başbûna niha heye berdewam be.”

Navê nexweşê ku neştergerî bo wî hatiye kirin David Bennett e û 57 salî ye; Pizîşk dibêjin rewşa wî gelekî xirab bûye û nedibû dilê mirov bow î bê çandin. Berî wêya dil di laşê David de bê çandin, gena dilê hatiye çandin hatiye destkarî kirin daku sîstema berevaniya laş bersiveke xirab nede û qebûl bike.

Bartley Griffith got “Yak u hemû kesek dixwaze ew e ku tenê piştî bi çandina endamên mirov girênedin. Wek dizanin, çend endam şiyana wan a çareserkirinê heye. Dibe ev wek derman bê bikaranîn. Eger ev yek biser bikeve, em dikarin guhertinekê bikin bo wan kesên çendîn sal e li benda çandina dil in.”

Ji ber hejmara wan kesên endamên laşê xwe dibexşin gelekî kêm e, pizîşk neçar bûn bo rizgarkirina jiyana kesên bi nexweşiyên giran ketine, berê xwe bidin bikaranîna endamên caneweran. Lê ji ber wêya laşê mirov wek endamekî nenas dibîne, piraniya caran qebûl nake û kar pê nake. Cudahiya vê carê ew e ku pizîşkan karîne 3 genên dilê beraz destkarî bikin û corekî şekir bidin alî ku berpirs bû ji wêya endamên laşê mirov endamê din red bikin.

Rêveberê Programa Dil Li Zanîngeha Maryland Muhammad Mohiuddin diyar kir “Em hemû gelekî kêfxweş in dema dibînin ev dilê mezin di laşê mirovekî de lê dide. Wî dilî heta niha gelekî bi başî karê xwe kiriye, herwiha di ser bendewariyên me re kar kiriye. Heta niha me ti nîşaneke redkirina dil nedîtiye.”

Li gor amarên fermî, di sala 2021ê de zêdeyî 3 hezar û 800 neştergeriyên çandina dil li Amerîkayê hatine kirin. Tenê li wî welatî nêzîka 110 hezar nexweş li benda çandina endamên laş in û salane zêdeyî 6 hezar kesan ji ber endamên laş bi dest wan nakevin canê xwe ji dest didin.

 

Rudaw

Top