• Friday, 29 March 2024
logo

Polîsê Herêma Kurdistanê: Sala borî nêzîkî 300 kesan xwe kuştin

Gulan Media January 5, 2022 Civakî
Polîsê Herêma Kurdistanê: Sala borî nêzîkî 300 kesan xwe kuştin

Rêveberiya polîsê Herêma Kurdistanê ragehand, sala borî li Herêma Kurdistanê nêzîkî 600 kesan hatin kuştin û xwe kuştin.

Berdevkê polîsê Herêma Kurdistanê, Karzan Emîr di civîneka rojnamevaniyê de ragehand, sala borî li Herêma Kurdistanê 215 kes bi enqest hatin kuştin, 59 kes bi xeletî hatin kuştin û 287 kesan jî xwe kuştin.

Karzan Emîr her wiha got, sala borî her wiha 5 hezar û 530 caran dizî hat kirin û dest bi ser hezar û 51 çekên bê mohlet de jî hat girtin.

Wî efserê polîs da zanîn jî, sala borî 149 kes bi tohmeta bikaranîna madeyên hişber hatin girtin.

Berdevkê polîsê Herêma Kurdistanê amara şewat û rûdanên sirûştî jî da û ragehand, sala borî 8 hezar û 933 rûdanên şewat û sirûştî qewimîn ku di encama wan de 133 kesan canê xwe ji dest dan û 178 kes jî birîndar bûn. 281 kes jî hatin rizgarkirin.

Li ser binpêkirinên jîngehê jî wî efserê polîs got, sala borî polîsên jîngehê dest danîn ser 60 çekên bê mohlet yên nêçîrvaniyê û 563 kes jî ji ber binpêkirina qedexeyên nêçîrvaniyê hatin girtin.

 

 

Basnews

Top