• Thursday, 18 April 2024
logo

Buhayê pişkên Apple 3 trîlyon dolar derbas kir

Gulan Media January 4, 2022 Corane
Buhayê pişkên Apple 3 trîlyon dolar derbas kir

Kompaniya teknolojiyê ya Amerîkî Apple bû yekemîn kompaniya ku di borsayê de buhayê pişkên wê 3 trîlyon dolar derbas kir.

Buhayê pişkên Apple ku ji sala 2020an û derketina pandemiya Covid-19 ve  zêdetirî 3 qatan bilind bû, ji roja Duşemê ve ji sedî 3 zêde bû.

Di roja ewil a bazirganiyê ya îsal de nirxê her pişkeke kompaniya Apple derket 182,88 dolarî.

Sermayeya bazarê ya kompaniyê jî di nava rojê de gihîşt 3 trîlyon dolarî. Bi vî awayî, Apple bû yekemîn kompaniya ku di borsayê de buhayê pişkên wê 3 trîlyon dolar derbas kir.

Piştî Apple, Microsoft bi sermayeya bazarê 2,5 trîlyon dolar û Alphabet a damezrênera sereke ya Google, bi sermayeya 1,9 trîlyon dolar tê.

Cara yekê di 2ê Tebaxa 2018an de buhayê pişkên Apple gihîşt 1 trîlyon dolarî û di  19ê Tebaxa 2020an de gihîşt 2 trîlyon dolarî.

 

Rudaw

Top