• Friday, 29 March 2024
logo

Hejmara pirtûkên kurdî yên di 2021an de hatine çapkirin eşkere bûn

Gulan Media January 2, 2022 Hunerî
Hejmara pirtûkên kurdî yên di 2021an de hatine çapkirin eşkere bûn

Hejmara pirtûkên kurdî ku di sala 2021an de hatine çapkirin eşkere bûn. Li gor rapora malpêra Diyarname di nava salekê de 365 pirtûk ji hêla wêşanxaneyên kurdî ve hatine çapkirin ku ew li Stenbol, Amed û çend bajarên din in.

Di wê demê de ku qeyrana aborî û zêdebûna nirxê dolar bandoreke nebaş li vê qadê jî dike wêşanxaneyên kurdî di bin zehmetiyek mezin de karê xwe berdewam dikin.

Li gor rapora Diyarnameyê bi giştî 26 wêşanxaneyan karê çapkirina pirtûkan berdewam kirine û wêşanxaneya ku di sala 2021an de herî zêde pirtûk çapkirine jî JûJ ye. Vê wêşanxaneyê di sala 2021an de 20 jê pirtûkên zarokan bi giştî 68 pirtûk çapkirine.

Dûre Weşanên Avesta bi 59 pirtûkan di rêza duyemîn de cih girtiye. Li gor vê reqemê hema bêje ji sisêyan yekê pirtûkên îsal ji aliyê van her du weşanxaneyan ve hatine çapkirin. Di nav pênc weşanxaneyên pêşî ku zêde pirtûk çap kirine de Peywend bi 33 pirtûkan bûye sêyemîn, Lîs bi 26 pirtûkan bûye 4'emîn û di rêza 5an de du weşanxane hene: Weşanên Nûbihar û Na. Her du weşanxaneyan her yekê 24 pirtûk çap kirine.

Di warê cureyê herî zêde hatine çapkirin de îsal "roman" bûye yekemîn. Ev çend sal bûn herî zêde helbest dihatin çapkirin îsal 77 roman hatine çapkirin ku bi vê ev cure di rêza yekemîn de ye. Dûre helbest tê: 69 heb. Her wiha çîrok jî bi 55 heban di rêza sêyemîn de cih girtiye. Di vê em bêjin her pirtûkek zarokan jî me wekî pirtûkek hesiband ku îsal ji bo zarokan jî gelek pirtûk hatine çapkirin.

Di warê nivîskarên zêde derketine pêş de hin nav hene ku divê em li vir bibîr bixin: Kerem Tekoglu 20 pirtûkên zarokan çap kirine. Tekoglu navê "Çîrokên Gule" li setê kiriye û çîrok ji Weşanên J&J derketine. Hîlmî Akyolê ku her sal xebatên xwe yên berhevkariyê pêşkêş dike îsal 12 pirtûkên berhevkariyê, yên li ser zargotina kurdî pêşkêş kirine. Ji van pirtûkan 6 jê pirtûkên Antolojiya Dengbêjên Amedê ne. Xebata Akyol jî ji J&J'yê derketiye.

Kemal Tolan li ser êzdayetî 6 pirtûk (Weşanên Na) amade û weşandine. Dîsa ji nivîskaran Fawaz Husên bi pirtûka xwe û bi wergerên xwe, bi 6 pirtûkan (Weşanên Avesta) ketiye nava kesên vê rêzê.

Ev hemû bi kurmancî ne û di warê kirmanckî (zazakî) de Elî Çîçek (Enstîtuya Kurdî) û Evdî Hesqera (Weşanên Roşa) her yek bi 2 pirtûkan ked daye zazakî.

 

Rudaw

Top