• Friday, 26 April 2024
logo

Berhema nû ya Hisên Hebeş 'Bêzariya Peykerekî Westiyayî' derket

Gulan Media December 27, 2021 Hunerî
Berhema nû ya Hisên Hebeş 'Bêzariya Peykerekî Westiyayî' derket

Berhema nû ya helbestvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Hisên Hebeş bi navê "Bêzariya Peykerekî Westiyayî" hate çapkirin û belavkirin.

Pirtûka nû ya Hisên Hebeş ku ji 127 rûpelan pêk tê, van rojan (2021) hate weşandin. Berhema "Bêzariya Peykerekî Westiyayî" 83 helbestan li xwe digire. Hin helbest bi van navan e "Di bin kuxika şevê de – Mal - Masiyekî Biçûk – Xemgînî – Xewnên Berxan - Li welatekî kor - Gul û Gulle – Ji bo giyanê dayika Efrînî Fatme Kinê - Sal weke mirinê derbas dibin - Oxir be - Di meşka pênûsê de helbest dikeyandin û gelek helbestên din".

Helbestên vê berhemê li ser mijarên cuda cuda ne. Hozanvan bi rêya helbestên xwe yên nûjen jan û kovanên xwe û gelê xwe bi teşeyeke modern û vehûnandineke wêjeyî ya resen tîne ser zimên, xasma di nav qêrîn û hawarên xwe de êş û azara Efrîna xwe ya birîndar nîşan dide. Pirtûk li Berlînê derket, ji hêla Çapxaneya SerSerayê ve. Bergê dîwanê ji aliyê Ehmed Qilêç (Ahmad Kleige) ve hatiye çêkirin.

Hebeş di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku naveroka helbestên vê pirtûka wî li ser gelek babetên cuda cuda ye. Li ser girîngiya nivîsandina bi zimanê Kurdî jî, Hebeş got "Nivîsandina bi zimanê Kurdî pir girîng û pêwîst e. Ziman hebûna gelan e, gelan bi hebûnê ve girê dide û wan herdem zindî dike û zindî dihêle".

Hisên Hebeş di pirtûka xwe ya nû de têbîniyekê jî diweşîne û tê de qala cih û dema nivîsîna helbestên xwe dike û dibêje "Helbestên vê pirtûkê di navbera sala 2002 û 2020an de li Almanya, li Danimark, li Swîsre, li Holenda, li Mexribê, li Fransa, li Kolombya, li Nîkaragua, li Meksîko, li Porto Rîko, li Kosta Rîka, li El Salvador, li Panama, li Ekwador, li Romanya, li Slovenya, li Lîtwanya, li Kosovo, li Makedonya, li Çînê, li Taywan û li bajarê New Yorkê hatine Nivîsandin".

Hebeş ku helbestan bi her du zimanên Erebî û Kurdî dinivîse, di berdewamiya axaftina xwe de got "Nivîsandina helbestê bi zimanê dayikê gelekî pêwîst e. Helbest bi giyan û çanda gelan ve, ji demên kevn û ta îro girêdayî ye. Nivîsandina helbestê bi zimanê dayikê, ziman bi pêş dixe, bilind dike û zindî dihêle".

Navborî diyar dike ku nivîsandina bi zimanên din (baş) e, lê dibêje "Nivîsandina bi zimanê dayikê bingeh e û dimîne bingeh û divê helbestvanê Kurd vê rastiyê ji bîr neke. Kesê ku bi zimanê xwe nenivîse û hewl nede pê binivîse, bi razîbûna xwe dev ji hebûna xwe berdide".

Hisên Hebeş kî ye?

Hisên Hebeş sala 1970 li gundê Şiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ji dawiya sala 1996an ve li Almanyayê dijî. Heta niha Hebeş gelek berhem çap kirine wek: Noqbûna di nav gulan de (2002) - Reviyayên di çemê Êvrosê re (2004) -Windabûnên ji bo Selîm Berekat (2009) - Taya Bîhokan (2019) - Darên Sermest (2019) û gelek berhemên din.

Her wisa Hebeş li ser asta wêje û helbesta cîhanî jî çalak e û di gelek festîvalên navneteweyî yên helbestê de li seranserê cîhanê beşdar bûye û helbestên wî li gelek zimanên dinyayê hatine wergerandin.

 

Helbestek ji pirtûka "Bêzariya Peykerekî Westiyayî"

 

(Di meşka pênûsê de helbest dikeyandin

"Ez helbest im, helbest jî ez im"

Ji dîtinên min

 

 

Sê xewn bûn,

Sê dilên hişyar bûn.

Di deriyê asê yê daristanê re derbas dibûn.

Çavên wan nêçîra bayê serxweş dikirin.

 

Sê bextewar bûn,

sê hişmestên evînê bûn.

Di kaniyên aramiyê de

dilên xwe bi hilma çivîkan dişuştin

û milên xwe bi sîbera berfê dixemilandin.

 

Sê mihrîban bûn,

sê armancên çivîkan bûn.

Di baskên ewran de

zîleyên hezkirinê diçandin

û li ser pişta baranê

navên herî xweş dinivîsandin.

 

Sê çirûsk bûn,

sê şîrmijên memikên daran bûn.

Di meşka pênûsê de helbest dikeyandin

û bi nikilên tariyê berbanga nivîsê diafrandin.

 

Sê pakrewan bûn,

sê xêzên keskesorê bûn.

Di ramanên kûr de, sermest dibûn

û rengê zemînê li gewdên xwe dialandin.

 

Sê tav bûn,

Sê dilopên baranê bûn,

Sê mirovên dil tazî bûn...

Girêkên lingên xewnan diçirandin

û bi asîmanê bilind de difirandin).

 

 

Rudaw

Top