• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Stenbolê bi folklor û govendên Kurdî bajarên Kurdistanê didin nasandin

Gulan Media December 15, 2021 Corane
Li Stenbolê bi folklor û govendên Kurdî bajarên Kurdistanê didin nasandin

 Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, bi kincên Kurdî û govendên Kurdî, sê parêzgehên Qers, Erdexan û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê tên nasandin daku geştyar ji bajarên li rojavayê Tirkiyê ve berê xwe bidin wan bajarên Bakurê Kurdistanê.

Ji bo pêşxistina sektora geştyariyê li hersê parêzgehên Qers, Erdexan û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê, çalakiyek li Stenbolê tê lidarxistin. Çalakî dê ji sibe Pêncşembê 16ê Kanûnê ve destpê bike û ta 19ê Kanûnê bo dema 3 rojan bidome.

Ji bo wê yekê jî, roja Sêşembê 14ê Kanûna 2021an li taxa Kadikoy ya Stenbolê, çalakiyeke vexwendinê hat lidarxistin. Di çalakiya vexwendinê de, folklora navçeyên Kurdî yên hersê parêzgehên Qers, Erdexan û Îdirê û ji wan kincên Kurdî yên xelkê herêmê û muzîk û govendên Kurdî hatin nîşandan.

Tîma govendê ya gelerî bi cil û bergên resen ên herêmê li ber muzîk û stranên Kurdî govend gerandnin û welatî jî tevli govendê bûn.

Herwiha di çalakiyê de folklora xelkê Kafkasyayê jî hat nîşandan.

Çalakî piştî destpêkirina geştên trena Ekspresa Rojhilat tê lidarxistin, ku vê heftiyê ji bajarên Tirkiyê ber bi Bakurê Kurdistanê ve geştên xwe destpê kirine. Trena Ekspresa Rojhilat ji bajarên Tirkiyê ve ber bi Sêwaz, Erzîngan, Erzerom û Qersê ve diçe ku stasyona dawî Qers e.

Piştî şanoyên govenda gelerî ji beşdaran re pilafê goştê qazê herêmî hat pêşkêşkirin.

Li Bakurê Kurdistanê gotineke navdar heye ku dibêje, eger di demsala zivistanê de çûyî Qersê, eger te goştê qaza kurdewarê û penîrê xwecihî nexwar, serdana te betal e, ew jî ji ber ku goştê qazê li Qersê yek ji xwarinên taybet e û penîrê navçeyê jî nav û dengê xwe heye.

 

Rudaw

Top