• Friday, 29 March 2024
logo

Koçberekî Rojhilatî li sînorê Polanda û Almanyayê canê xwe ji dest da

Gulan Media November 24, 2021 Raport
Koçberekî Rojhilatî li sînorê Polanda û Almanyayê canê xwe ji dest da

Bextiyar Mûsazade ku Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, îro ji ber sermayê li devereke sînorî ya navbera Polanda û Almanyayê canê xwe ji dest da.

Ew koçberê Kurd beriya niha li Kampa Barîke ya penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê niştecî bû.

Bextiyar Mûsazade jî tevî koçberên ku ji bo biçin Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarusê, bi rê ketibû.

Mûsazade piştî derbasbûna ji sînorê Belarusê, li ser sînorê navbera Polanda û Almanyayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

 

K24

Top