• Thursday, 18 April 2024
logo

Rêbendek li nava Kerkûkê rêgirî li welatiyên Kurd dike

Gulan Media September 21, 2021 Nûçe
Rêbendek li nava Kerkûkê rêgirî li welatiyên Kurd dike

Rêbendeke hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ku welatiyên Kurd bêzar dikir, bi hewldanên namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat rakirin, hêzên ku li rêbendê bûn, du jinên Kurd nêzîkî du demjimêran ragirtibûn û tenê ji ber ku Ala Kurdistanê di nav otomobîla wan de bû, lêpirsîn kiribûn. Welatiyeke Kerkûkê dibêje: “Armanca danîna rêbendan li taxên Kurdan, ji bo bêzarkirin û sivikatîkirina li welatiyên Kurd e.”

Yek ji wan jinên ku rêbenda Kerkûkê rêgirî lê hatiye kirin, navê wê Aware Kurdî ye û hunermend e, wê ji K24ê re eşkere kir: “Çek li destekî wî, weke ku ez tawanbar im, dema ez gihiştim rêbendê, tiliyê li nav otomobîlê dirêj kir û got 'wê alayê rake' mebesta wî ala Kurdistanê bû, min jî got 'ez ranakim', li ser vê yekê du demjimêr li wir hatim desteserkirin.”

Tevî zêdebûna bangeşeya hilbijartinan li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî li wî bajarî muameleyên xwe tund kirine, bi taybetî jî li hember aliyên siyasî yên Kurdan.

Welatiyekî Kurd ê li Kerkûkê dibêje: “Em weke Kurd pêwîstiya me bi deng heye, çimkî em di bin zext û erebkirinê de ne, lê belê em çok danaynin.”

Li ser daxwaza namzedê hejmara 30 yê PDKê yê li Kerkûkê, ew rêbenda hêzên ewlehiyê hat rakirin.

Şaxewan Ebdullah, namzedê hejmara 30 yê PDKê yê li Kerkûkê ji K24ê re diyar kir: “Wê hêzê ji ber ku ala Kurdistanê bi wan re bû, rêgirî li xelkê kirin, loma min pêwendî bi fermandariya operasyonan a Kerkûkê kir û ligel fermandarê polîsan axivîm, ji min re gotin ku ew hêz ji bo parastina ofîsa te ye, lê belê min red kir û got hêza me heye, piştre rêbend rakirin.”

Hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Iraqê ji bo Kurdan çarenûssaz e, ji bo Kerkûkê 12 nûner bi ser dikevin, hewla aliyên Kurd jî ew e ku nîvê kursiyan bi dest bixin.

 

K24

Top