Di ahenga roja ji dayîkbûnê de wek diyarî paketekî bombeyî hat şandin: 2 kes mirin
Li Meksîkayê di ahengekî roja ji dayîkbûnê de wek diyarî paketekî bombeyî hat şandin û ji ber teqîna wê bombeyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya di çapemeniya Meksîka de cîh girtiye, li bajarê Salamanca ya ser bi eyaleta Guanajuato di resturantekî de ji xwediyê cîhê kar ê ahenga roja ji dayîkbûnê pêkanî re wek diyarî paketekî bombeyî hat şandin.
Hat ragehandin, bi vekirina paketê re bombe teqiya ye û 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Rayedaran ragehand, bombeya ku wek daw hatiye şandin, ji aliyê 2 kesên bi motosîkletê ve ew paket anîne û ji xwediyê resturantê re hatiye radest kirin û bi vekirina paketê re teqîn hatiye jiyan kirin.
Hat gotin di teqînê de xwediyê resturantê û kesekî din jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê êrîşê de lêpirsîn û lêkolîn hat destpê kirin.