• Tuesday, 16 April 2024
logo

CHP dixwaze ligel HDPê pirsa Kurd çareser bike lê HDP Ocalan nîşan dide

Gulan Media September 21, 2021 Nûçe
CHP dixwaze ligel HDPê pirsa Kurd çareser bike lê HDP Ocalan nîşan dide

Dema li Tirkiyê hilbijartin nêzîk dibin çareseriya pirsa Kurd dibe yek ji rojevên serekî yên wî welatî.

Li gor şert û mercan eger hilbijartineke pêşwext çênebe, hilbijartina giştî ya Tirkiyê dê  sala 2023an de bireve biçe, lê ji niha ve çareseriya Pirsa Kurd bûye mijara siyasetmedarên Tirkiyê.  Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî  (CHP)  Kemal Kilicdaroglu di hevdîtineke taybet de amaje bi wê da ku ew dikarin ligel HDPê vê pirsê çareser bikin. Lê beşek ji parlamenterên HDPê jî bo çareserkirina pirsa Kurd weke navnîşan Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nîşan didin.  

Derbarê mijarê de Berdevkê CHPê Faik Oztrak got: “Serokê me yê giştî eger bîra we bê di destpêka qaşo proseya çareseriyê çi gotibe, di wê hevdîtinê de cardin dubare kiriye. Li gor me cihê çareseriyê Parlamentoya Tirkiyê ye. Hûn nikarin bi rûniştina ligel terorîstan vê pirsê çareser bikin. Hûn bi kesên ne rewa re nikarin vê pirsê çareser bikin. Partiyên rewa yên di parlamentoyê de dê vê pirsê çareser bikin. HDP jî yek ji wan partiyan e.”

Beşeke parlamenterên HDPê li ser  çareseriya Pirsa Kurd berovajî CHPê difikirin û dibêjin cihê çareseriyê  Îmralî wate, Ocalan e, ji ber ku wî di proseya çareseriyê yê de roleke sereke dîtiye.

Parlamenterê HDPê  Omer Ocalan piştî hevdîtina Serokê CHPê derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya twitterê nivisiye: “Proseya çareseriyê yek ji pêngavên herî girîng ên vî welatî bûn. Mirov nemirin. Xwîn neherikî. Brêz Ocalan aktoreke girîng ê wê proseyê bû. Gavên wêrek hatin avêtin. Brêz Ocalan di çareserkirina pirsa kurd a bi awayek demokratîk de jî muxatabê sereke ye. Eger wêrekiya we nebe behsa Kurdan nekin û dengan nexwazin.”

HDP ku sêyemîn fraksyona mezin a Tirkiyê ye û beşeke zêde ya Kurdên Bakurê Kurdistanê dengên xwe didin wê partiyê, wek muxataba sereke ya Pirsa Kurd tê dîtin.  Pirsa Kurd jî yek ji pirsên  sereke yên Tirkiyê tê hejmartin û partiyên siyasî jî dizanin ku bêyî hemahengiya ligel Kurdan  li wî welatî desthilatbûn zehmet e.

28ê Kanûna 2012an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ku wê demê serokwezîrê Hikûmeta AK Partiyê bû di hevdîtineke xwe ya televizyonî de ragihand ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd hevdîtin ligel Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan tên kirin.

Piştî çend mehan di 21ê Adara 2013an de bi xwendina nameya Ocalan di Newroza Amedê de yekem pêngava wê proseyê hat avêtin û piştî wê peyamê di 25ê Nîsana heman salê de PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê ji Bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê vekişin.

Piştî vê yekê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sala 2013an heta 2015an rûbrûbûn di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de çênebûn. Lê ji sala 2015an û şûnde proseya çareseriyê bi dawî hat û şerên giran li Bakurê Kurdistanê çêbûn.

Di encama wan şeran de  kesên sivîl jî di nav de bi hezaran kesan canên xwe ji dest dan. Herwiha beşeke zêde ya siyasetmedar, endam û alîgirên siyesata Kurd hatin girtin. Ev yek ji xeynî rûxandin û wêrankirina çendîn bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê.

 

Rudaw

Top