• Friday, 29 March 2024
logo

Îranê gef xwar: Divê Amerîka binkeya serbazî ya Herîrê li Herêma Kurdistanê vala bike

Gulan Media September 21, 2021 Nûçe
Îranê gef xwar: Divê Amerîka binkeya serbazî ya Herîrê li Herêma Kurdistanê vala bike

 Serfermandarê Artêşa Îranê gef xwar û ji Amerîkayê xwest, binkeya serbazî ya Herîrê li Başrûê Kurdistanê vala bike. Mihemed Baqirî got, Tehran qebûl nake, binkeya serbazî ya Amerîkayê li nêzîk sînorên wê hebe.

Medyayên Îranê beşek din ji axaftinên Mihemed Baqirî, Serfermandarê Hêzên Çekdarên wî welatî di merasima destbikarbûna Cîgirê Serfermandar de belav kirine ku roja Yekşemiyê 19ê vê mehê birêve çûbû.

Mihemed Baqirî, di axaftinên xwe de tevî ku gefê li partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike, behsa binkeya serbazî ya Herîrî li Başûrê Kurdistanê jî dike, ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne û dibêje, Tehran qebûl nake, binkeya serbazî ya Amerîkayê li nêzîk sînorên wê hebe.

Baqirî gotiye, binkeya serbazî ya Herîrê yek ji wan cihan e ku li wê derê li dijî Îranê plan tê danîn û divê ew bike were rakirin.

Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê têkildarî binkeya serbazî ya Amerîkayê li Herîrê û binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kiriye, ku ji nû ve Îranê çalakiyên dîplomasî û serbazî bo dabînkirina ewlehî û seqamgîriyê destpê kiriye.

Mihemed Baqirî daxwaz dike, partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ku ew wek Bakurê Iraqê bi nav dike, bi temamî rakin û nehêlin û dibêje, eger ew alî wê yekê nekin, dê li ti binkeyan aramiyê nebînin û operasyonên xwe berfirehtir bikin.

Baqirî Bexda û Hewlêrê ji ber hebûna wan binke û baregehên hêzên dijberê Tehranê berpirsyar dibîne û dibêje, “Hikûmetên Iraq û Herêma Bakurê Iraqê derbarê hebûna wan binkeyan de berpirsyar in û nikarin bêjin ku şiyana wan bo rûbirûbûna wan grûpan tune ye û daxwaz jî bikin ku em jî ti karî nekin.”

Supaya Pasdaran roja 8ê Îlona 2021an navçeyên sînorî yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi berfirehî topbaran kir ku heta 3 rojan dom kir.

Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya ser bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA ango PDKÎ) dibêje, di topbaranan de ti zirarên canî nebûne, lê zirar gihîştiye jiyan û mal û milkên xelkê.

Berpirsê Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya PDKÎ pêştir ji Rûdawê re gotibû, “Me şerê çekdarî destpê nekiriye û me êriş nekiriye, eger rewşek jî çê bibe, Komara Îslamî bi xwe sedema şer bûye. Em kar û çalakiyên xwe her li gor ya ku heta niha hebûye, berdewam dikin.”

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê red dikin, ti welat û aliyek alîkariyan wan bike an bi handana welatên din çalakiyan bikin û dibêjin, ew karekî nakin ku berjewendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê. Ew Komara Îslamî ya Îranê tohmetbar dikin ku bi hincetên cor bi cor dixwaze guvaşê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Pêştir di 10ê Tebaxa 2021an de, Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê gef xwaribû. Elî Şemxanî di hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de li Tehranê daxwaz kiribû ku Bexda partiyên dijberê Komara Îslamî ku li Herêma Kurdistanê ne, ji axa xwe bike derê, daku Îran li dijî wan ti destpêşxeriyan neke.

Elî Şemxanî careke din di civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de heman daxwaz kiribû, herwiha di çend heftiyên bihorî de hejmarek ji fermandarên Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwaribûn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade roja 13ê Îlona 2021 di konferanseke rojnamevanî de got, di civînên fermî û nefermî de me gihandiye guhê berpirsên Iraqî ku nabe axa Iraqê ji aliyê grûpên terorîst ve bê bikaranîn.

Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed jî roja Sêşemê 7ê Îlona 2021 daxwaz ji welatên derdorê kir, rêz li serweriya Iraqê bigirin û got: “Em li gel hemû aliyan di têkiliyê de ne daku alozî û pirsgirêkên li navçeyê kêm bibin.”

 

Top