• Thursday, 25 April 2024
logo

Debistaneke Amerîkî li Dihukê tê awakirin

Gulan Media September 21, 2021 Nûçe
Debistaneke Amerîkî li Dihukê tê awakirin

her îro projeya çê kirina sayloya Dihukê destpê kir.
Serokwezîr serdana projeya han kir.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Dihukê de, îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî danîna kevira bingehîn ya sayloya Dihukê, serdana projeya çê kirina debistana Amerîkî li Dihukê kir û piştî serdanê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro duşem 20ê Îlona 2021an li Dihukê me serdana projeya çêkirina debistana Amerîkî kir ku jî aliyê kerta taybet ve tê çêkirin.

Jî nêzve karûbarên projeyê şopandin ku biryare di wan demên nêz de destpê bike. Me rola kerta taybet di cîhbicîh kirina projeyên girîng yên di warê perwerde û xwendinê de girîng nirxand.

Me tekez li ser piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina perwerdehiyê kir û balkêşande ser vê yekê ku bi rêya pêşde birina perwerdehiyê û xwendinê dikarin pêşe rojeke geş bo nibişên nû û welatê xwe dabîn bikin.

Top