• Saturday, 20 April 2024
logo

Kesê zerer dabû barhilgiran: Ew yên min bixwe bûn

Gulan Media September 21, 2021 Civakî
Kesê zerer dabû barhilgiran: Ew yên min bixwe bûn

Ew kesê ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi makîneyeke kar zirar gehandibû çendîn barhilgiran got “Ew barhilgirên ku min zerer gehandinê yên min bixwe ne.”

Di 13ê vê mehê de girtevîdyoya welatiyekî parêzgeha Şirnexê ku bi makîneya kar zerer digehand 5 barhilgiran, li ser torên civakî belavbibû û ew dîmen li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibûn rojev.  Beşek ji çavakaniyên ku ew dîmen belav dikirin amaje bi wê didan ku ew kes karker bûye û ji ber ku mûçeyê xwe ji kompaniyê newergirtiye zerer gehandiye 5 barhilgiran û kirine xurde. Lê beşek ji çavkaniyan jî digotin ew kes şirîkekî kompaniyê bû û ji ber ku  ji şirîkên xwe aciz bûye zerer gahandiye wan barhilgiran.

Îro 20ê Îlona 2021an Hakan Magrur ew kesê ku bi makîneya kar 5 barhilgir kirine xurde behsa wê rojê kir û got “Kompaniya me ya kana rejî heye û em çend kes şirîk in. Piştî ku di navbera min û  şirîkên min de nîqaş derket, min di nav kompaniya me de zerer gehand 5 barhilgirên xwe. Ew barhilgirên ku zerer geheştiyê hemû yên min in û kesek din zerermend nebûye.” 

Magrur her wiha ragihandiye ku ew bûyer berî mehekê çêbûye lê vîdyo niha belavbûye.

Hakan Magrur herwiha diyar kir ku ti dijmindariyek di navbera wî û şirîkên wî de nîne û got: “Min û şirîkên xwe mesele di navbera xwe de   çareser kir. Hemû zere min qerebûkir.”

Hakan Magrur ligel çend şirîkên xwe li quntara Çiyayê Cudî ku  di nav sînorên parêzgeha Şirnexê de ye  kompaniyeke taybet bi derxistina rejiyan damezrandine û rejî derdixin.

 

Rudaw

Top