• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Amedê çalakiya jinan a bi bisîklêtan hat lidarxistin

Gulan Media September 20, 2021 Corane
Li Amedê çalakiya jinan a bi bisîklêtan hat lidarxistin

Li Amedê bi armanca di trafîkê de otomobîl kêm bibin û zêdetir bisîklêt werin bikaranîn jinan çalakiya ajotina bisîklêtan lidarxistin. Di çalakî ya bi navê Jinên Xemilandî ya bi bisîklêtan de zêdetirî 100 jinan sê saet û nîvan bisîklêt ajotin.

Ev çalakî ji 2013an vir ve di 19 îlona her sal de li 25 welatên cîhanê bi beşdarbûna bi girseyî ya jinan tê lidarxistin.

Armanca vê çalakîyê zêdetir xûyakirina jinan a di nav jiyanê de û balkişandina ser zêdebûna otomobîlan û zêdebûna trafîkê li bajaran  û qirêjbûna hewayê ye.

Di vê rojê de  jin bi girseyî li bisîklêtan dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Di çalakîya li Amedêb de jî bi armanca bal kişandina ser xûyakirina jinan a di her qadên jîyanê de nêzîkî sed jin pisiklêt ajotin

Şeymanûr Yapici, yek ji beşdarên çalakiya li Amedê ji Rûdawê re ragihand, “Çalakî ya jinên xemilandî ya bi bisîklêtan bi armanca em bidin zanîn ku bisîklêt jî perçeyek jiyana rojana ye em lidar dixin. Armanca me ew e ku em bibin sedema zêdetir xûyakirina jinan di jiyana rojane de û herwiha bi armanca temsîlîyeta jinan di jîyanê de zêde bibe û pê re jî em dixwazin balê bikşînin ser jêrzemîniên bajaran ku ji bo ajotina bisîklêtan jî xebat bên kirin.”

Çalakiya îsal a jinan a ajotina bisîklêtan li 150 bajarên ji 25 dewletên cîhanê bi awayekê hevdem hat destpêkirin.

Tugba Can, beşdareka din a çalakiyê dibêje, “Ez vaye sê salin bi awayek aktîf bi bisîklêtê rêwîtî dikim.Heta niha min 17 hezar kîlometir bisîklêt ajotîye.Min îsal jî di meha nîsanê de ji bajarokê Fethîyê dest bi tûra xwe kir. Nêzîkî pênc mehin ez di rêyan de me. Heta niha ez nehatibûm vira cara ewil e ez têm Amedê.Ji xwe min dixwest ez werim Amedê.”

Di çalakîyê de jinên beşdar bi biskêlêtan ji park a 75an destpêkirin û heta derîyê mêrdîn pedal zivirandin.

Belkiz Çakmak jî ku beşdarî çalakiya îro ya li Amedê bûye, diyar dike, “Li her derê dinyayê ev çalakî hebû lê li Amedê tunebû. Em dixwazin bira li Amedê jî hebe û her berdewam bike.”

Hedîye Kaymak kêfxweşiya xwe bi beşdariya di vê çalakiyê de tîne ziman û dibêje, “Dema ku ez bisîklêt dajom, ez dizanim ku ez jinek azad im.pir jî kêfxweş dibim. Ku tiştên awha li Amedê encam didin pir kêfa min tê.”

Bahar Aşkar amaje bi armanca çalakiyê dike û tekez dike,“Armanca me ew e ku em bidin nîşandan ku jin jî di her şertan de dikarin bisîklêt bajon.”

Aysûn Yaban beşdareka din a çalakiya li Amedê dibêje, ew di jiyana rojane de jî bisîklêtê bi kar tîne û destnîşan dike, “Ez di jiyana rojane de jî bikarhinerek bisîklêtê me.Her waha kûlûbên me yên bisîklêtan jî hene. Em bi wan re tûrên bisîklêtan dikin,geşta xwezayê dikin.”

Çalakiya jinên bi xemil piştî ajotina zêdetirî sê saet û nîvan ya bisîklêtan li navçeya sûrê li ber birca bizanan bi stran û govendan bi dawî bû.

 

Rudaw

Top