• Saturday, 20 April 2024
logo

‘Maradonayê Rihayê’ setla boyaxê wek topê bikar tîne

Gulan Media September 19, 2021 Corane
‘Maradonayê Rihayê’ setla boyaxê wek topê bikar tîne

Alî Turgut ê ku li Rihaya Bakurê Kurdistanê di înşeatan de dixebite, bi vîdyoyên xwe ku setlên boyaxê wek topê bikar tîne, li ser medyaya civakî bû rojev. Turgut ku ji aliyê kesên li dora wî ve bi navê "Maradonayêi Rihayê" hate binavkirin re got, "Ez di dema xwe ya vala de bi setlan dileyezîm. Her kes li hemberî vê yekê matmayî dibin, lê ez kêfxweş dibim."

Alî Turgut ê 38 salî yê ku li Rihayê di înşaetan de debara xwe dike, dîmenên wî yên ku setlên boyaxê mîna topê bikar tîne li ser torên medyaya civakî hatin belavkirin.

Turgut diyar kir ku dîmenên hatine parvekirin di demeke kurt de bi milyonan car hatin temaşekirin, got ku ew ji futbolê hez dike û piştî nimayişên xwe yên bi setlên boyaxê wekî "Maradonayê Rihayê" hat binavkirin.

Turgut diyar kir ku wî ji zaroktiya xwe de xeyal dikir ku bibe lîstikvanek fûtbolê  û got: “Ji zaroktiyê ve ev jêhatiya min heye. Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş bû min nekarî topê bi dest bixim. Berê me kevir dixin di nav goreyan de û mîna tope pê dilîst. Ev jêhatîbûna min ji wan salan tê. Niha ez setlên boyaxê wekî topê bikar tînim. Min her roj xwe pêşve xist û di vî warî de bûm pisporekî setlên boyaxê. Li ser pêşniyara hevkarên min ên ku ev jêhatiya min dîtin, min dest bi tomarkirina vîdyoyan kir. Ez van vîdyoyan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikim. Yên ku vîdyoyên min temaşe dikin dibêjin ku lîstikvanên fûtbolê nekarin wekî min bikin. Her kes ji şiyana min ecêbmayî dimîne. Ev jêhatiyek e ku Xwedê daye min û ez pê kêfxweş im. "

“Maradonayê Rihayê” herwiha da zanîn ku ew 20 sal in di çêkirinê avahiyan de kar dike û got: “Vîdeoyên min nêzîkî 10 mîlyon caran hatine temaşekirin. Min pir dixwest bibim lîstikvanek futbolê. Ez beşdarî Şanliurfasporê bûm û piştî ku min di yariyêde de bi neheqî qerta sor xwar, jiyana min a futbolê qedand Piştî wê, min dest bi karê avahîsaziyê kir, lê min xwe qet ji futbolê dûr nexist.”

 

Rudaw

Top