• Saturday, 20 April 2024
logo

Kerkûkî bi vegera PDKê ya ji bo bajar hêviya wan zêde bûye

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
Kerkûkî bi vegera PDKê ya ji bo bajar hêviya wan zêde bûye

PDK xwedî girseyekî taybet û berçave li Kerkûkê û di hemû helbijartinan de (eger PDKê beşdarî kiribe) kariye kursiyekî parlamentoyê misoger bike. Li gor pêşbîniyan jî di helbijartinê de kursiyên PDKê dê zêde bibe û sedem jî giringî dayîna pêgeha kurd û Kurdistanê nav Iraqê de û herwaha parastin û berevanîkirina li mafê xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyan ve.

Dengderekî kurd ê Kerkûkê Saman Saleyî di ti helbijartinekî de deng nedaye PDKê, lê ji bo vê helbijartinê dibêje, dengê min ji bo PDKê ye.

Saleyî ji BasNewsê re got: ‘’Berê min deng daye partiyekî din, lê piştî 16ê cotmeha 2017ê çavê min vebûn û hemû tişt min bi çavên xwe dîtin û min zanî kî berevaniyê li gel, ax û ala û serbilindiya Kurdistanê dide. Ji ber wê ji bo helbijartinên vê carê bi dil û bi can ezê biçim ser sandoqa dengdanê û dengê min jî bo namzedê PDKê ye.’’

Herwaha rûniştvana taxa Ronakiye ya Kerkûkê Nadiye Tahîr jî got: ‘’Berî naha taxa me gelek bê xizmetkarî mabû, lê bi çêkirina vê rêyê ve pêngavek taxa me çû pêş û ew jî dema ku Nêçîrvan Barzanî bû serokê hikûmetê ew kar kir.’’

Nadiye Tahîr got dê dengê xwe bide namzedê PDKê, ji ber piştî nemana PDKê ya li wî bajarî ti xizmetek jî nemaye.

PDK li bazineya Kerkûkê du namzed daniye, yek ji wan Şaxewan Ebdula ye, yê din jî Necwa Hemîd e. her cure hewldanekî jî dê bide ku bikare herdu namzedan derbixe bo Parlamentoya Iraqê. Vê derbarê de helmetekî baş a bangeşeyê ji bo wan herdu namzedan bi ala Kurdistanê ve destpê kiriye.

Namzeda PDKê Necwan Hemîd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelk baş dizane kî dilsoz e û kî ne dilsoz e? herwaha gel dizanê kî berevaniya niştiman, al û Pêşmerge dike? Ji bo gel aşkera bûye di zagona serdestiya PDKê de hemû pêkhateyên rûniştvanên Kerkûkê parastî û xwedî rêz dibin. Ji ber wê bi piştrastî dê PDK bê helbijartin û deng jê re bê dayîn.’’

Necwa Hemîd piştraste ku PDK li Kerkûkê herdu namzedên xwe jî dê serbixe, bo nimûne jî diyar kir ku ew serdanên xelkê Kerkûkê yên rojane tên ofîsa PDKê ye.

 

Basnews

Top