• Saturday, 20 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê îsbat kir ku destwerdana rizgarker dikare bi ser bikeve

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê îsbat kir ku destwerdana rizgarker dikare bi ser bikeve

Serokê Herêma Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî ji rojnameya Times ya Brîtanî re gotarek di bin navnîşana "Kurdistanê îsbat kir ku destwerdana rizgarker dikare bi ser bikeve" da.

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de diyar kir ku vekişandina bilez ya welatên rojava ji Efxanistanê mijara destwerdana lîberal aniye ber behsê. Ev gotûbêj gelek caran wê rastiyê li ber çavan nagire ku ne hemû destwerdan xirab in. Ew pêngava ku sala 1991ê li Kurdistana Iraqê ji aliyê Brîtaniya, Amerîka, Fransa û welatên din ve hat avêtin bi sedhezaran hevwelatiyên wî ji kuştinê li ser destê Sedam Husên rizgar kir.

Operesyona Navçeya Aram ku bîrokeya serekî ya John Major bû herwiha Navçeya Aram li pey wê operseyonê hat, bo dema 12 salan Kurdistan parast. Ev hewl, zemîn û aramiyeke rêjeyî peyda kir ji bo ku hilbijartin birêve biçin, parlamento û dezgehên hikûmetê bêne damezrandin û hêzêke leşkerî ya rewa ku Pêşmerge ye dirêjiyê bide erkê xwe. Dema ku sala 2003 Iraq hat azadkirin, bi hezaran gundên avadankirî ji aliyê Beisiyan ve hatin wêrankirin û text bûn. Piştre Herêma Kurdistanê pîşesaziya petrol û aboriyeke bazarê ya geşekirî damezrand. Bi kurtî destwerdana berî 30 salan rê da wan ku welatê xwe pêş bixin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, roja îro xelkê Kurdistanê û Brîtaniya dost in, di warê aborî û hevpeymaniya li dijî terorê de hevbeş in. Serdana wî ya vê hefteyê bo Brîtanya, tekezkirin e li ser vê hevbeşiya kûr û wê yekê jî di weberhênana Brîtanyayê li Kurdistanê, daxwaza  kur û keçên Kurdistanê bo xwendinê li zaningehên Brîtanya û diyasporaya zêdebûyî ya Kurdan li seranserî Şahnişîna Yekgirtî de reng vedaye.

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, lê şerê wan ê hevbeş ê li dijî terorê, bi dawî nebûye û pêwîstiya wan bi aramgirtineke stratejîk heye. DAIŞ, li Iraq û Sûriyê û cihên din maye. Her wek çawa me dît, Taliban rawestiya heya ku hêzên neyarên wê, Efxanistan bicih hiştin. DAIŞ jî, ne bi lez e, xwe nade dest û nareve. Pêşmerge mil bi milê hêzên Iraqî û hêzên rojavayî ,  berdewam e li ser şerê vê gefê. Ji ber ku paşeroja wan û asayişa hevpeymanên wan ku di dema salên derbasbûyî de karên terorîstî yên  mezin di welatên wan de rû dan, pişta xwe bi wan girêdaye.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, Kurdistan di hêla pêşve ya şerê navbera azadî û takrewiyê, hêvî û tarîtiyê de ye. Grupên radîkal û terorîst gefê li me û awayê jiyana me dikin. Jibilî vê yekê, em wek navçeyeke aram û hêlîna hevduqebulkirinê dimînin. Em mêvandariya  nêzîkî Milyonek penaberên Sûrî û koçberên Iraqî dikin, ku ji destê DAIŞê reviyane û eger me deriyên xwe ji wan re venekiriba, dê ew kes yan bihatina kuştin yan jî tevlî wê pêla koçberan dibûn ku berê xwe dane Ewropayê. Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li şopînerên hemû bîr û baweran dike û wan divehewînin wek Krîstiyan, Êzdî, Misilman û bawerên din.

Gotubêjên li ser wê ya ku li Efxanistanê çêbû, di paşerojê de dê germtir bibin, lê destwerdana li Kurdistanê serkeftî bû, ji bo Şahnişîna Yekgirtî û mirovahiyê. Rast e ku divê ders ji şaşîtiyên hinek aliyan bê wergirtin, lê girîng e serkeftina aliyekî din jî bi girînî ve were dîtin û temaşekirin.

 

K24

Top