• Friday, 26 April 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir

Gulan Media September 16, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî dike, ku weke Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê hat destnîşan kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em şanazî bi wê xizmeta Nedîm Zehawî dikin, ku weke wezîrê dabînkirina vaksînê li Brîtanya û derve, pêşkêş kiriye.”

Mesrûr Barzanî ragihand: “Îşev ez bi telefonê ligel hevalê xwe Kak Nedîm Zehawî axivîm, bi boneya destnîşankirina wî weke Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê, min pîrozbahî lê kir. Em şanazî bi wê xizmeta Nedîm Zehawî dikin, ku weke wezîrê dabînkirina vaksînê li Brîtanya û derve, pêşkêş kiriye.”

 

I spoke by phone tonight to congratulate my friend Kak @nadhimzahawi for his appointment as the new Education Secretary. We are proud of his work as Vaccine Minister for the UK and beyond -mb.

— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) September 15, 2021

Top