• Friday, 29 March 2024
logo

Li Silêmaniyê kesekî birayê xwe bi çek birîndar kir

Gulan Media September 15, 2021 Civakî
Li Silêmaniyê kesekî birayê xwe bi çek birîndar kir

Rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekî ragehand, li Silêmaniyê kesekî birayekî xwe bi çek birîndar kir.

Îro 15.09.2021ê rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyeke li ser tora xwe ya civakî facebookê ve ragehand: ‘’Piştî li taxa Serçinar kesekî di mala xwe de guleyek li birayê xwe da û ew birîndar kir, demildest hêzên polîs lêkolîn li ser bûyerê dan destpê kirin, piştî wergirtina biryara dadwer jî kesê tometbar ji aliyê tîmên polîsê Serçinar ve hate girtin.’’

Hat ragehandin naha tometbarê bi navê Ê.Ê.Ê. bi biryara dadwer û li gor madeyên 405 û 31 ya yasaya cezayê Iraqê hatiye girtin û lêkolîn jî berdewam in.

Polîsê Silêmaniyê ragehand, tometbar di çend binkeyekî din ên polîs jî gilî li ser hatine kirin û biryara girtinê li ser hebû, ji ber gule berdabûn û şer kiribû û êrîş bi çek pêkanîbûn.

 

Basnews

Top